Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta bi daxwaza “edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 69emîn de didome.
Malbat Şenyaşar, li ber edliyaya Rihayê dest bi çalakiya xwe kiribû, lê niha ji ber qedexeya derketina derve ya pandemiyê çalakiya xwe niha li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
“Helalîye ji me nexwaz e”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Serokkomariyê etiket kiriye û ev peyam parve kiriye: “Weke mexdûrên komkujiyê, em dixwazin faîlan li dadgehê bibîbin. Lewre wê ev ji bo serî pê re derxistina êşa me bibe alîkarî. Lê ev jî ji destê me hat girtin. Zehmet e lê divê em vana li her derê ragihînin. Heta ku ev zilm bidome bila kes ji me helalkirinê nexwaze.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)