Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 182emîn de dewam dike.
Dayik û kurê wê li pêş edliyeyê bi pankarta ku li ser “Em bi tenê edaletê dixwazin” nivîsandiye dest bi nobetê kirine.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Ferît Şenyaşar li pêş edliyeyê bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û weha gotiye:
“Bi gotina Wezîrê Dadê, em 182 roj in li 'Deriyê Edaletê' disekinin. Li vê derê parêzer û welatî di ber me de tên û diçin. Her kes dibe şahidê vê bêedaletiyê. Êdî em naxwazin ku mirov bi awayekê biêş li me binêrin. Em jî dixwazin mîna her kesî jiyana xwe ya asayî dewam bikin. Wezîrê Dadê di dema vekirina salê ya edlî de, behsa edaletê kir. Gotineke Ziya Paşa hebû; ‘Karê mirov neynika wî/wê ye, li gotina wî/wê nayê mêze kirin.’ Bi weşandina peyaman edalet nayê bi cih anîn. Tevahiya cîhanê li vê bêedaletiyê temaşe dike. Li vê derê dayikek kezeb şewitî heye. Tenê tişta dixwaze, bi cih anîna edaletê ye. Ger hûn nikarin vê edaletê pêk bînin, wê demê îstîfa bikin û derbarê edaletê de jî peyaman ne weşînin.”
“3 demsal derbas bûn. Dema me destpêkir me nezanîbû ewqas dirêj dibe. Li holê komkujiyek heye. Li nexweşxaneya dewletê komkujiyek pêk hat. Ji ber ku di dosyeyê de navê parlamenterek û xizmên wî hene, kes nikarin dosyeyê vekin. Ez bang li Serdozgeriya Komarî dikim; Gava ku ev zilm li vê dayikê tê kirin, hûn çawan li rûyê zarokên xwe mêze dikin? Demildest divê edalet bê bicihanîn. Ger hûn nikarin edaletê kirina pêkbînin jî, îstîfa bikin.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî hesabên Wezîrê Dadê û Serdozgeriya Komarî ya Rihayê Onder Yenîçerî Gul etîket kiriye û gotiye: “Li ber deriyê edliyê, ev dayik 182 rojin radiweste. Her kes vê zilmê dibîne. Gelo çima kes ji vê zilmê re nabêje êdî bese. Ey dozgerên komarî; ger serdest destûrê nadin ku hûn edaletê bi cih bînin, wê demê îstîfa bikin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)