Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nurcan Keskina rojnameger ji bo bianetê dest bi rêzenivîsekê kiriye. Keskînê çîrokên jinên êzidî yên ji êxsîrîya DAIŞê reviyayîn dê binivîse.
Çîroka yekem a ku li bianetê bi zimanê tirkî hatiye weşandin çîroka Zozanê ye.
Zozan dema ku dibe êxsîra/dîla DAIŞê 14 salî bûye. Li dibistanekê bi rojan birçî hatiye hiştin. Jinên DAIŞî ew ji bo qaîdeyên dînî perwerde kirine.
Paşê digel keçeka dî ya êzidî ya 16 salî ji bo mêrekê 70 salî hatiye firotin.
Ew texmîn dike ku ew pîremêr ji Erebistana Siûdiyê bûye. Çekdarên DAIŞê rojekê wî dikujin.
Zozan digel komek keçên êzidî ji bo mekanekê tê birin. Li wê derê îşkence li wan tê kirin û bi komî tecawiz li wan tê kirin.
Zarokeka/ê wê çêdibe lê ew wî/wê ti caran nabîne. Zozan dîsa ducanî dibe. Niho zaroka/ê wê 6 mehî ye, di zikê wê de ye û piştî çendmehekan dê bê dinê.
Heke keç be ew didixwaze navê Roj li zaroka xwe bike.
Dema malbata wê zaniye ku ew ducanîye nexwestiye ew biçe nik wan kampa penaberan... Ew li Dihokê li mala xaleta xwe dimîne.
Wê gotiye bi mehan e tekane kesa bîyanî ya wê dîtî Nurcan Keskin e.
Rêzenivîsa Nurcan Keskînê didome...
(NK/APA/MB)