Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî a Amedê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 29ê Hezîranê de bi îdaya “Endama Rêxistinêye” biryara girtina Makbûle Ozbek, Dayîka Aştiyê ya 72 salî dabû. Duh 3ê Îlona 2020an li girtîgehê dilê Ozbekê disekine û wê li Gîrtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê Ozbekê tînin Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl û li wir digirin beşa nexweşîyên giran.
Parêzeran derbarê girtina Dayîka Aştiyê Ozbeka 72 salî de di 8ê Tîrmehê de serî li dadgehê dabûn. Dadgehê bi hinceta “gumana revê heye” daxwaza berdana wê qebûl nekiribû.
Dermankirina wê dê bidome
Piştî ku dilê Ozbekê sekiniye, parêzera wê Gulşen Ozbekê raporên wê daye dadgehê û daxwaza serbest mayînê kiriye. Dadgehê daxwaz qebûl kiriye û biryara serbest berdana Ozbekê daye. Parêzer Gulşen Ozbekê aşkere kiriye, dermankirina Makbûle Ozbek, Dayîka Aştiyê dê di beşa nexweşiyên giran de bidome.
Kurê Ozbekê: Ji ber pandemiyê neçûbû nexweşxaneyê
Ozgur Ozbek, kurê Makbûle Ozbekê ji Ajansa Mezopotamyayê re weha gotibû:
“Divê dayîka min bi lêz bê berdan. Tenduristiya wê ji bo mayîna girtîgehê guncaw nîne. Nêzîkî hefteyek berê tansîyonê wê bilind bibû. Doktorê girtigehê dibêje pêwîste li nexweşxaneyekî rêkûpêk bê dermankirin. Lewra ji ber pandemiyê nediçû nexweşxaneyê.”
IHD: 591 jê giran, 1564 girtî nexweş in
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku 591 jê giran, bi giştî 1564 girtî nexweş in.
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li gorî zanyariyên li ber dest 591 jê giran, bi giştî 1564 girtî nexweş in. Komeleyê destnîşan kiriye ku ev hejmar gelekî zêdetir e.
Duh Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) pêşnûmeyek derbarê girtiyan de pêşkêşî Parlamentoyê kirin. Cahît Ozkan, Wekîlê Serokê Koma AKPyê derbarê vê pêşnûmeyê de wiha gotibû: “Em dixwazin hin guhertinan ji bo jinan, zarokan û nexweşan jî bikin. Em ê bihêlin ku kesên 65 salê xwe temam kirine, jinên ku zarokên wan ên temenê wan di navbera 0-6an de ne û nexweşên nikaribin bi tena serê xwe bijîn li malên xwe cezayên xwe bikişînin.”
Li gorî xala 15ê ya Pêşnûmeyê tenê ne cezaxwar, kesên rapora wan a tenduristiyê hebe û bibêje “nikarin li girtîgehê bimînin” jî wê bên tehliyekirin. Lê nayê zanîn ku wê di pratîkê de ev çawa pêk were. Hatiye gotin ku wê Pêşnûma hefteya pêş ji bo Civata Giştî ya Parlamentoyê bê şandin.
IHDyê destnîşan kiriye ku wan beriya niha behsa tedbîren divê bên standin kiriye le ti dedbîr nehatine standin û rewş her diçe xirabtir dibe.
Komisyona Girtîgehan a Navenda IHDyê “Lîsteya Girtiyên Nexweşiya Giran û Nexweş” nû kiriye. Li gorî vê lîsteyê 591 jê giran, bi giştî 1564 girtî nexweş in. Komeleyê destnîşan kiriye ku ev hejmar gelekî zêdetir e.
Komeleyê daxwaz kiriye ku ev girtiyên nexweş demildest serbest bibin û cezayê wan werin taloqkirin.(EMK/AY/FD)