Wêne: Mahmut Bozarslan li Cizîra Botanê wêneyê jinekê digire, jin li pêşiya xerabeyê xaniyekê behsa qedexeya derketina derve dike(Murat Bayram/bianet,2015)
Rojnameger, Mahmut Bozarslanî ji bo Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) zehmetîyên rojnamegerîyê yên salên 90ê û zehmetîyên îro daniye ber hev.
RSFyê vîdeoya Bozarslanî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye. Hin beşên ji axiftina Bozarslanî bi vî awayî ye:
#Diyarbakır ‘da gazetecilik yapan Mahmut Bozarslan, RSF için 90’lı yıllarda haberciliği bugünlerle kıyaslıyor: “Bizi hedef alan #Midyat saldırısı & SETA raporu cezasız kaldı; gözaltı & yargılamalar sürüyor; toplumda & medyadaki kutuplaşmanın meslek şartlarını ağırlaştırdı...” pic.twitter.com/VNSqIz8eP1
— RSF Türkçe (@RSF_tr) December 3, 2019
“Hingê(salên 90ê) gelek rojnameger hatin kuştin û mixabin heta niho jî nehatiye eşkerekirin ka kê ew kuştine.
“Dema em li îroyê binêrin, em keyfxweş dibin ku heval û hevpîşeyên me nayên kuştin. Bi tenê em ji vê yekê keyfxweş in. Ji bilî vê yekê rewşa rojnamegerîyê di halekê gelek xerabtir de ye.
“Rojnameger nayên kuştin lê doz û cezayê girtîgehê belaya xwe ji wan venake.
“Ji medyaya kurdî ji beriya çar rojan jî hin hevalên me hatibûn desteserkirin, hê jî desteserkirî ne.
“Li ser rojnamegeran guvaşa dadkirinê heye lê ne bi tenê ew heye. Ji ber ku civak li ser fikrên ji hev cida sor bûne, derfetên karkirinê kêm bûne.
“Gelek êrîşên fizîkî jî li rojnamegeran tê kirin lê ti encam jê dernakeve. Ji beriya sê salan li Midyadê êrîş li min û sê hevalên min hatibû kirin. Lêpirsînek hatibû dest pê kirin lê ti encam jê derneketine.”
(MB)
*Çavkanî: RSF