Fotograf: Rojnameya Yeni Yaşamê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîskar û siyasetmedar Mahmût Alinakî geraja mala xwe ya li Gundê Mewregê ya li Dîgora Mûşê ji bo zarokan kiriye dersxaneya kurdî.
“Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin”
Alinak dîwarê gerajê kiriye texte û perçeyên komirê jî kiriye pênûs û dersan dide. Alinakî ji bianetê re gotiye:
“Min dest bi vê çalakiya sivîl a bêîteatî kir, lewre Kurd 100 sal in ku perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin lê dewlet bi israr û înyat guhê xwe jê re digire. Ev ji sed salî zêdetir e ku dewlet ji bo perwerdeya kurdî bi tenê gavekê jî neavêje.
“Heke rewş wisa be, nabe em ango rewşenbîr li şûna xwe rûnên. Erka rewşenbîran ew e ku digel hemû qedexe û dewletan li dijî polîtîkayên nîjadperest bisekinin. Erkeke dîrokî ya rewşenbîran heye ku divê di mijara perwerdeya zimanê dayikê ya gelekî mihûm de gavê bi dewletê bidin avêtin.
“Le hek dewlet gavê navêje û bi israr xwe nêzîkî maf û azadiyan nake, em jî wê gavê em ê xwe bi xwe dest bi çalakiyê bikin. Ez ê di dersdana kurdî ya ji bo zarokan de, ango ez ê çalakiya xwe dewam bikim.
Alinakî her weha vîdeoyek girtiye û li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kiriye.
Köyümün tarihinde bugün bir ilk gerçekleşti. Devletin yüz yıllık yasağına karşı sivil itaatsizlik eylemi yaptık. Ben ve öğrencilerim evimde Kürdçe eğitimin Keyfini yaşadık. pic.twitter.com/VkUKPpUh1D
— Mahmut Alınak (@mahmutalinak) July 20, 2022
(TY/FD)