Serokdewletê Filistînê Mahmûd Ebbas li bajaree Ramallahee di civîna berfirehkirî ya reeveberiya Filistînee de axivî.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, Abbasî diyar kir ku ew ji bo gotûbêjê li ser sert û mercên gelê Filistînê yên li Şerîaya Rojava û Xeta Xezeyê bikin, civînê li dar dixin.
Ebbasî got ku “Serokwezîree Îsraîlê Bünyamin Netanyahû û artışa dagirker, ji bo welatiyan bi dara zorê koçber bikin, bi îsrar dixwazin êrîşên xwe li ser bajarên li Xeta Xezeyê û bi taybet jî li ser bajarê Refahê berdewam bike; em ê vê qebûl nekin, xuşk û birayên me û cîhan jî wê qebûl neke.”
Rewşa Refahê
Ebbasî diyar kir ku bi taybet sert û mercan li bajarê Refahê gelekî xeter û zehmet e û divê rêveberiya Filistînê bi lez û bez bikeve nava liv û tevgerê. Abbasî got ku ew ê gotûbêjê bikin ku bê ka wê erîşên Îsraîlê çawa bidin sekinandin û her care kar û barên rê li ber qewirandina gelê Filistînê vedikin asteng bikin.
Ebbasî ji bo nîqaşên navxweyî yên filistîniyan jî destnîşan kir ku, “tekne nûnerê rewa” yê gelê Filistînê Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê (RRF) e û xebatên xurtkirina yekîtîya netewî di bin bana wê de devam dikin. (AS/FD)