*Fotograf: Musa Piroglu/Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê li Goristana Karşikayê kom bûne û Maîr Çayan, Serokê Partiya-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê û hevalên wî yadkirine ku 49 sal berê li Kizildereyê hatibûn kuştin. Kom piştî yadkirina Çayanî çûye li ser gora Ûlaş Bardakçiyî û ew jî yad kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên beşdarî bernameyê bûne fotografên qurbaniyên Kizildereyê hilgirtine û bi pankarta “Em hêzê ji mîrateya têkoşîna wan distînin”, “Dîroka berxwedan û piştevaniya şoreşgerî rûmeta me ye” ber bi gora Çayanî ve meşiyane. Girseyê qerenfîlên sor danîne ser gorê û ji bo kesên di têkoşîna şoreşgerî de can dane rêz girtine.
Di bernameya yadkirinê de Ahmet Tellî, Serokê Federasyona 78ên Şoreşger axiviye û wiha gotiye: “Hevalên me yên niha di bin axê de guhdariya me dikin, ji bo ku Denîzan ji nav lepên cinawiran derxin laşen xwe avêtin pêş cinawiran. Lehengên trajediya dîrokî ne. Leheng piştî ku dimirin jî dijîn weke tişta îro li vir dibe, bîranîna wan vediguhere organîzmayeke zindî.”
“Daxwazeke kesên bindest heye”
Dûre Mûsa Pîroglû, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê wiha gotiye: “Heta ku em têkoşînê nekin yek em nikarin êrîşên ser xwe biqewirînin. Heta ku em hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nekin yek em nikarin vê desthilatê hilweşînin. Daxwaziyeke kesên bindest heye. Dibêjin werin ba hev û bibin yek, pêşiya xwe vekin. Soza kesên li Kizildereyê ketin jî îro tê vê wateyê. Dema me ev desthilat hilweşand, em hatin li vir bîranînê, em ê bêjin soza ku we daye, me girt û niha bi awayekî rast em hatine we bi bîr bînin.” (SO/FD)