Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gel Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Ozturk Turkdoganî, Hesabgira Giştî ya İHDyê Sevîm Salihoglû, Endama Lijneya Birêveberiya Navendî Derya Ûysal û xebatkara İHDyê Besra Varli îro saet li derdora 16.00ê serbest man.
Turkdogan piştî ku hat desteserkirin û polîsan ew birin wesayita desteserkirinê ji bianetê re gotibû, “Li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê, di dema ku me yê li hemberî qedexeya çalakiyê daxuyanî bida em hatin desteserkirin.”
“Nehiştin ku mafparêz ji bo mafên mirovan daxuyaniyê bidin”
Turkdogan wiha axivî bû: “Walîtiya Enqereyê biryara qedexeya çalakiyan derxistiye. Em wisa difikirin ku polîsan jî li ser vê biryarê me desteser kirine. Di dema desteserkirinê de ti agahî nedan me. Di dema ku em çûn ber bîrdariyê de ketin milên me û em xistin wesayitan.
“Ez niha di wesayita desteserkirinê de me, ti agahî nedane me lê di çarçoveya prosedurê de ji bo muayeneyê birin nexweşxaneyê û em texmîn dikin ku paşê wê me bibin Miduriyeta Emniyetê. Em tiştekî nizanin.
“Nahêlin em weke mafparêz mafên xwe yên herî bingehîn yên weke daxuyaniya çapemeniyê bi kar bînin. Nehiştin ku mafparêz di mijara mafên mirovan de daxuyaniyê bidin. Encamên rêveberiya kêfî ne ev. Polîs jî bi destûra ku ji herî jor standiye xwe dixwe şûna yasayan, Destûra Bingehîn. Rewşa Awarte bi şêweyê xwe yê herî tund bi cî tînin.”
Îro salvegera çalakiya li Kolana Yukselê ye
Nûriye Gulmen akademisyena girtî ya di greva birçûbûnê de ye par weke îro bi pankarta “Ez karê xwe dixwazim” dest bi çalakiyê kiribû. Paşê jî dersdarên ixrackirî Semîh Ozakça û Acûn Karaca û karmendê ixrackirî Velî Saçilikî jî bi gelek çalakiyan piştiriya Gulmenê kiribû.
246 roj in ku Gulmen û Ozakça di greva birçîbûnê de ne.
Çi bûbû?
İHDyiyan aşkere kiribûn ku ew ê îro saet di 12.30ê de li Kolana Yukselê ya li Enqereyê derbarê biryara qedexeyê ya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan, civîna çapemeniyê li dar bixin û rapora ku binpêkirinên derbarê çalakvanên Yukselê de aşkere bikin.
Di dema ku mafparêz li ber bîrdariyê kom dibûn ji hêla polîsan ve hatibûn desteserkirin û polîsan ew biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. (AS/FD)