Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya azadiya çapemeniyê ya meha çiriya pêşiyê weşandiye.
CFWIJ di raporên xwe de behsa binpêkirinên mafên rojnamegerên jin, gefên li wan tên xwarin û êrîşên li wan dibin, tacîz û tundkariy ali wan ên kirin dike û mafên rojnamegeran diparêze.
Li gorî rapora meha Çiriya Pêşiyê;
- Tundkarî, gef an jî tacîz li 40 rojnamegerên jin bûye.
- Her zêde bûyer li Tirkiye, Rûsya û Kenedayê tomar bûne.
- Di meha Çiriya Pêşiyê de li seranserê cîhanê herî zêde êrîşên fîzîkî li rojnamegerên jin bûne. Li tevahiya cîhanê di dema amadekirina nûçeyan ango di dema şopandina bûyeran de êrîşa fîzîkî û midaxeleya polîsan li 19 rojnamegerên jin bûne.
- Li Tirkiyeyê di dema karê rojnamegeriyê de tundkarî û tacîz, herî hindik li 15 rojnamegeran bûye. 12 ji wan di dema şopandina bûyeran de tundkariya fîzîkî li wan bûye. Bi rêyên yasayî du rojnamegerên jin tacîz kirine.
- Li Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Nacî Înciyê ku li şûna Prof. Dr. Melîh Bûlûyî weke rektor hatiye tayînkirin giliyê xwendekaran kiriye û du xwendekar hatine girtin. Xwendekarên din ji bo vê rewşê protesto bikin li kampusa Zanîngehê xwenîşandanek li dar xistine. Polîsan mafê amadekirina nûçeyan a herî hindik 12 rojnmegerên jin li wir binpê kirine. Polîsan derb li rojnamegerên ku xwestine civîna çapemeniyê bişopînin, dane. Dest danîne ser kartên wan ên çapemeniyê. Destûr nedane wan ku fotograf û vîdeoyan bigirin û polîsan ew dorpêç kirine.
- Nûçegîhana Doğrusu Haber Buşra Taşkiran û ya Jin Newsê Oznûr Deger li Enqereyê xwestine bi welatiyan re hevpeyvînan bikin. Lê polîsan bi sedema ku “karta wan a çapemeniyê ya turkuaz” nîne, ew asteng kirine. Polîsan ji wan daxwaz kiriye ku li nasnameyên wan binêrin û mafên wan ên nûçeçêkirinê hatiye binpêkirin.
Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
(AÖ/FD)