Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî rapora ku derbarê binpêkirina mafên hunermendên Kurd de amade kiriye, weşandiye. Armanca vê xebatê ewe ku “binpêkirina mafên muzîkjen û şanogerên ku bêtir hunera xwe bi Kurdî îcra dikin bi rehendên qanûnî, sîyasî û çandî derxîne holê û ferqdariyekê derheqê binpêkirina mafan da pêk bîne.”
Li gorî rapora bi ser nava “Xebatek Derbarê Binpêkirina Mafên Hunermendên Kurd Li Ser Mînaka Mûzîkjen û Şanogeran” piraniya binpêkirinên mafan ji binpêkirina qedexeya cudakarîyê pêk tê.
Her weha di raporê de hatiye destnîşan kirin ku nêrînên cudakar yên di dîyarkirina polîtîkaya çandê û di pêvajoya qanûnkirinê da derdikevin holê, di gelek astên cuda da xwe xuya dikin wekî nedayîna sahneyan li şanoyên dewletê, bêpiştevaniya aborî bo îcraya hunera bi Kurdî û helwestên hêzên ewlehiyê yên qedexekirina keyfî ya îcrakirina hunera bi Kurdî.
Di xebata ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî bi piştgiriya aborî ya Yekitiya Ewropayê bi rê ve dibi de hatiye diyar kirin ku hunermendên piştî sala 1991an bi rabûna berteng ya qedexeyên li ser zimanê Kurdî li saziyên çandê yên Kurdan berhevbûne, daxilî vê xebatê bûne digel hunermendên piştî salên 2000î bi berbelavbûna girseyî ya axaftina zimanê Kurdî ve derfet peyda kirine ku li Tirkiye’yê hunera xwe bi Kurdî îcra bikin.
Di vê çarçoveyê de ji bo xebatê 15 jê muzîkjen û 15 jê şanoger, bi giştî li gel 30 hunermandan hevdîtinên nîv-sazkirî û hevdîtinên berfireh hatine pêkanîn. Herwiha li gel 2 şexsên ku li saziyên çandî yen Kurdan rêveberî kirine jî hevdîtin pêk hatine.
Hunermend nikarin debara xwe bikin
Li gorî raporê hemû beşdaran gotine ew nikarin bi rêya hunera Kurdî debara xwe bikin. 5 beşdaran dîyarkirin ew bi karên formel yên wekî mamostetî û karkerîya şaredarîyê dikin, 11 beşdaran gotin ew karên serbest ên wekî karkerîya înşaatê, garsonî û pazarcîtîyê dikin. 3 kesan gotin ku wan berê li rêveberîyên herêmî li karekî bi muzîk û şanoyê ve eleqedar dixebitîn lê belê qayûman ew ji kar avêtine. 7 kesan gotin ew debara xwe bi karên wekî bernameyên sahneye, konsert û mamostetîya muzîkê ya taybet dikin ku bi karûbarên muzîkê ve eleqedar in. Beşdaran wisa îfadekirin ku ji ber îlana Rewşa Awarte û pandemîya COVID-19’yê îmkan nemaye ji bo îcraya hunerê bi rêya konsert, mîhrîcan û çalakîyên din. Çar beşdaran îfade kirin ku di wê pêvajoyê da ewil hevserên wan, eqrebayên wan alîkarî danê ji bo berdewamiya jiyana wan ya hunerî.
Binpêkirinên mafan yên ji ber bayê siyasî
Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku têkîliya nêzîk ya îstîfadekirina ji mafên çandî û bayê siyasî nîşaneya wê hindê ye ku li Tirkîye’yê huner xweser nîne û weha hatiye gotin:
“Sînorên xweserîya huner û hunermendan ji aliyê otorîteyên dewletî ve bi awayekî yekalî tê dîyarkirin, ev yek ji sedemên herî girîng ên binpêkirinên mafan e. Qismekî beşdaran dîyar kirin ku ew serdema di navbera salên 2009- 2015an da wek “vebûna demokratîk” an jî “Pêvajoya Çareseriyê” dihate binavkirin, ji bo îstîfadekirina ji mafên çandî serdemeke erênî bû, lê belê qismekî din gotin ku ew reformên wê serdemê bi xwe jî xwedan sînordarîyên berfireh bûn û li cihên ku azadiya zimanî hebû jî polîtîkaya hunerê ya ku asimilasyona çandî dike armanç bi hinek alavên dîtir dihate birêvebirin. Hinek beşdaran dîyar kirin ku ew tûşî şîdetê an jî gefa şîdetê bûne, piranîya hunermendan heta radeyekê sansûr û otosansûr kiriye da ku hunera xwe berdewam bikin.”
Tûndkarî, Gef û Otosansûr
Li gorî raporê beşdaran bigiştî diyar kirine ku ew hewl didin azadiya xwe biparêzin, lê belê hunermandan anîn ser ziman ku ew li bikaranîna hinek peyvan baldar in û li hinek rewşên taybet da ji neçarî otosansûrê pêk tînin. Her weha hunermandan gotine ku li hemberî wan du bijartek hene: yan ew dê hunera xwe qet îcra nekin, yan jî bêyî ku ji prensîbên xwe tawîz bidin, ew dê li dor hinek sînoran hunera xwe îcra bikin û ji bo berdewamiya îcraya hunera xwe ew ya bijarteya duyê tercih dikin.
Fikra gefa li ser ewlehiyê û hêzên ewlehiyê yê dewletê
Di raporê de beşdaran wisa îfade kirine ku muzîka bi Kurdî hêj jî wekî meseleya ewlehîyê tête dîtin. Hatiye gotin ku herçend di ‘Pêvajoya Çareseriyê’ da kêm jî be, hêzên ewlehîyê midaxeleyên keyfî kirine li cihên konsert û kafeyên ku muzîka Kurdî lê tête îcrakirin. Bi taybetî piştî her pevçûna leşkerî ya bi mirin, derketina ser sehneyê bi zehmet bûye û hinek caran bername hatine betalkirin.
Bi kurtî hin tespîtên ku di raporê de hatine kirin weha ne:
- Di encama xebatê da hatiye tesbîtkirin ku hunermendan binpêkirinên mafan dîtine ji ber ku dewletê qewlê xwe yê piştevaniya huner û hunermendan bi cih neaniye û qanûn bi kêfa xwe hatine tetbîqkirin.
- Polîtîkaya çandê ya Komara Tirkîye’yê nîşan dide ku ew hêj gelek dûr e ji avakirina demokrasiyeke çandî ku li qada civakî mafê xweîfadekirinê bide çandên ji bilî çanda Tirkî. Qadên lê destûra xweîfadekirinê hatiye dayîn tenê qadên wekî TRT6/TRT KURDÎ ne ku bi temamî li bin kontrola dewletê da ne.
- Derbarê temînkirina mekan, sehne û piştevaniya aborî bo hunera Kurdî da dewletê helwesteke cudakar daye ber xwe û rêya hunermendên Kurd asê kiriye ku ji çavkaniyê dewletê îstîfade bikin. Ew astengî nîşan didin ku dewlet xwedan polîtîkayeke çandî ya wisa nîne ku hunera Kurdî nas bike û geşedana wê bo xwe bike armanç.
- Roja îro ku bi Kurdî strîna stranan û lîstina lîstikên şanoyê neqedexe ye, nêrînên keyfî yên hêzên ewlehiyê û saziyên rêvebir hunermendên Kurd neçar dihêlin ji ber ku jixwe ew bêpar in ji têkoşîna fermî ya lêgerîna mafan.
- Hunermend xwedan wan şert û mercên aborî nînin ji bo têkoşîna hiqûqî, herwisa saziyên wan yên pîşeyî jî nînin ji bo lêgerîna mafan bi awayekî girseyî.
Pêşniyarên ku di raporê de hatine kirin weha ne:
- Divê ev xalên li jêr bêne bicihanîn da ku mafên hunermendên ku muzîk û şanoya bi Kurdî îcra dikin bêne parastin û binpêkirinên mafan bi temamî bene berterefkirin:
- Di hunerên wekî muzîk û şanoyê da ku deng û ziman di navendê da ye divê perwerdeya bi zimanên dayikê yê îcrakarên hunerê û mixatabên hunerê bikeve bin garantîya makezagonî û divê pergela perwerdeyê demildest li gor wê bête nûvejenkirin. Ji ber ku zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabin, ‘mafê perwerdeye bi zimanê dayikê’ ku mefekî bingehîn e, tête binpêkirin û zarokên Kurd ji zimanên xwe tên dûrxistin. Di paşerojê da îcrakarên hunera bi Kurdî hebin jî ji ber ku girseya ku bi vî zimanî diaxive dê gelek kêm bimîne, hingê çu wateya wê namîne ku mirov bi Kurdî muzîkê na jî şanoyê îcra bike.
- Divê ji pirtûkên dersan îfadeyên vederker û heqretamîz ên derbarê gelên cuda û komên dînî bêne derxistin. Divê mifredatek li ser bingeha piranîparêziya çandî bête tetbîqkirin.
- Divê vesazkirinên derbarê naskirina Kurdî û bikaranîna wê di qada civakî li Makezagonê bêne bicihkirin da ku ew vesazkirin bikevin bin temînata Makezagonî. Temînata Makezagonî şert e ji ber ku mafên qanûnî dibe ku dîsa bi rêya qanûnê jê bêne stendin.
- Digel vesazkirinên makezagonî û qanûnî divê hinek vesazkirinên wisa bêne bicihanîn ku li ser hin sazî û rexistinan cihdana hunera bi Kurdî ferz dike. Divê ew vesazkirin bi polîtîkayeke hunerê ya pirçandî û ligel hunermendan bêne bicihkirin.
- Divê li Şanoyên Dewletê, Şanoyên Bajêr û navendên çandê yên girêdayî dewlet û şaredariyan cihekî berfireh bête dayîn ji bo hunera Kurdî û hunermêndên Kurd. Dîvê li ser wan bête ferzkirin ku di bernameyên xwe yên salane da cih bidin lîstik, konsert û çalakiyên hwd.
- Divê di serî da hêzên ewlehîyê, hemû rayedarên îdarî yên ku bi tevgerên xwe yên keyfî ve li dijî vesazkirinên qanûnî û peymanên navneteweyî yên ku armanca wan parastina rêzikên cîhanî ye, bêne agahdarkirin, heke hewce be perwerdeyên navxweyî bêne dayîn bo wan.
- Divê li ser rayedarên dewletê yên ku li dijî qanûnan bi awayekî keyfî ve mafên îcrakarên muzîk û şanoya Kurdî bin pê dikin, lêpirsîna qanûnî bête vekirin. Herwisa divê derheqê kesên din ên binpêkar kiryarên pêximker bêne tetbîqkirin.
- Divê para hunermendên Kurd ya ji bûdçeya huner û hunermendan wekhev be. Divê Wezareta Perwerdeyê bêyî cudakarî piştevaniyê bide muzîk, şano û sinemaya Kurdî.
- Divê Şanoyên Bajêr û Şanoyên Dewletê hemû sehneyên xwe vekin bo lîstikên Kurdî.
- Divê vesazkirinên derbarê hunera bi Kurdî ne wekî parçeyek ji pêvajoyên siyasî yên weki ‘pêvajoya hevahengiyê’ û ‘Pêvajoya Çareseriyê’ lê wekî mafekî bingehîn bêne dîtin û bicihkirin.
- Divê hunera bi Kurdî daxilî mifredata perwerdeya her astê bibe. Divê li dersên muzîkê yên xwendingehên seretayî û navîn cih bidin agahiyên derbarê muzîka Kurdî. Divê li Beşên Hunerên Ciwan ên Zaningeh û Konserwatûwaran beşên muzîk û şanoya Kurdî bêne vekirin. Ev vesazkirinên bi vî şiklî li akademiyê berê hunermendên Kurd vedike û girseya ku Kurdî bigehê mezintir dike.
- Divê saziyên navneteweyî erkên xwe yên venêrîn û hişmendkariyê bi awayekî bandordartir bi cih bînin. Divê bête zanîn ku guherînên qanûnî bi tena serê xwe têra îstîfadekirina ji mafan nakin. Raporkirin di vî warî da gelek girîng in, divê hejmara wan zêde bibe û ew bêne berbelavkirin.
- Îcrakarên hunara Kurdî yên ku nikarin ji dewletê têra xwe alîkariya aborî wergirin, herwisa ji alîkariyê Zanîngeh, Şaredarî û Saziyên Sivîl jî bêpar dimînin. Ew hunermendên ku ji bo xebatên xwe li çavkaniyên aborî digerin ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî têne vederkirin bi hinceta ne ‘profesyonelî’ û ‘pêparbûna ji piştevaniya saziyî’. Divê ji bo îcrakarên hunera bi Kurdî fonên cuda yên navneteweyî bêne veqetandin.
- Divê di serî şaredarî hemû sazî çalakiyên wekî mîhrîcan, bîanel, pêşengeh hwd. li dar bixe da ku xuyabariya zimanê Kurdî û hunera bi Kurdî li nav civakê zêdetir bibe. Divê naveroka wan bi temamî ji aliyên hunermendan bêne amadekirin û midaxeleya dewletê û saziyên civakî têde nebe.(KO/AY)