Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) rapora Binpêkirinên Mafên Girtîgehên Herêma Mamrarayê ya meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê aşkere kir.
Rapor di encama serlêdanên girtiyên di girtîgehên Herêma Marmarayê de tên ragirtin û çavdêriya medyayê de hatiye amadekirin.
Ji 18 girtîgehan 83 caran girtiyan di navbera meha Tîrmeh, Tebaş û Îlonê de serî li IHDyê dane ku 9 ji wan ji girtîgehên Herêma Marmarayê ne.
“Rewşa li girtîgehan gef e li ser hebûna girtiyan”
Di beşa nirxandinê de hatiye diyarkirin ku li girtîgehan çareserî ji pirsgirêkên cidî re nayên peydakirin û hin pirsgirêkên nû li van zêde bûne:
“Tijîbûna girtîgehan û pirsgirêkên bi van re girêdayî, helwesta cudakar a di pêkanînên bicihkirina cezayî de, tecrîda girankirî, qedexeyên ragihandinê, îşkencekirin û pêkanînên xirab, pirsgirêkên bidestxistina mafê dermankirin û tenduristiyê yên girtîgehan, pirsgirêkên xwarin û hîjyenê, qedexeyên hevdîtinê û telefonkirinê, qedexekirina xebatên sosyal, pêkanînên şandina sirgunê, pirsgirêkên bidestxistina dadê, sînorkirina bi rengekî kêfî ya li ser mafê tehliyeya bi merc û yê serbestbûna bikontrol, li gel van tiştan mafên grtiyên jin, LGBTI+, zarok, kal û pîr û astengdar ji nedîtî ve tên û hesasiyetên wan tên îstîsmarkirin.
Ev rewş gefê li hebûna girtiyan dixwe, enerjiya wan a mana li jiyanê kêm dike, kesayetiyên wan diperçiqîne, îradeyên wan ji holê radike û wan bê şert û merc neçarî serîtewandinê dike.”
Li gorî rapora ÎHDyê, div an sê mehan de 3 girtî, di girtîgehan de mirine.
ÎHDyê di rapora xwe de diyar kiriye ku “girtiyên astengdariyên wan ên giran hene di heman hicreyan de tên girtin, mafên serbestiya bikontrol û tehliyekirinê, yê girtiyên astengdar û nexweş tên astengkirin.” (AS/FD)