Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
21 saziyên mafparêz û yên hiqûqê ji bo rewşa Mehmet Emîn Ozkan, girtiyê nexweş, daxuyaniyeke nivîskî a hevbeş weşandiye.
Ozkanê 83 salî û niha li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê tê girtin, di 26 salên girtîtiya xwe de pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Bixwîne - "Ji bo Mehmet Emîn Ozkanî sibe wê dereng be"
Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin.
Destê wî kelemçekirî we biribûn nexweşxaneyê
Di daxuyaniya hevbeş de saziyan diyar kirine ku tenduristiya Ozkanî piştî 17ê Gulana 2021an ketiye qonaxeke qeter û gelek caran ew birine nexweşxaneyan:
“Dema ew ji nexweşxaneyê birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilî, destê wî kelemçekirî bû û di dîmenan de jî xuya dikir ku nikarî bû bimeşiya. Dema ew birine nexweşxaneyê ew bi nivînan kelemçe kirine û xwestine vî wiha derman bikin.
“Ji ber ku Ozkan li dijî vê derketiye, di nava meha dawiyê de gelek caran bêyî wî derman bikin, ew bi şûn de birine girtîgehê.
“Herî dawî Ozkan ji bo heyet raporê bide wî şandine Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê. Heman pirsgirêk di vê dema standina rapora heyetê de jî dewam kirine.
“Digel temen û nexweşiyên Mehmet Emîn Ozkanî, ew li girtîgehê tê girtin, destê wî kelemçe dikin û kelemçeyê bi nivînê ve girê didin, ev û şert û mercên birin û anîna wî ya nexweşxaneyan, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.
“Ji ber ku siheta wî di qonaxeke xeter de ye, mana wî ya di şertên girtîgehê de rîska binpêkirina mafê wî yê wiyanê derdixe holê. Ji bo Ozkan li girtîgehê can nede, di serî de em bang li Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a TBMMyê û hemû saziyan dikin û dibêjin bi berpirsiyariya xwe rabin.”
21 saziyên ku navê wan di vê daxuyaniyê de derbas dibe
Baroya Edeneyê
Baroya Êlihê
Komeleya Civaka Sivîl a Di Sîstema Bicihanîna Cezayan
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem
Baroya Amedê
Odeya Doktoran a Amedê
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re a Amedê
Komeleya Çavdêriyê ya ji bo Mafên Wekhev
Înîsiyatîfa Hatiye Dîtin
Komeleya Rojeva Mafên Mirovan
Baroya Mêrdînê
Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê
Federasyona Komeleyên Piştgiriyê û Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê
Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê ya Amedê
Baroya Şirnexê
Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî
Projeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
Baroya Wanê
Komeleya Azadiya Bîrê û Jiyanê
Komeleya Welatîbûnê
(AS/FD)