Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku astegkirina nûçeyeka bianetê mafê wê yê “azadiya çapemeniyê” binpê kiriye.
bianetê(Tevna Ragihandina Serbixwe) 2011ê di nûçeyeka xwe de diyar kiribû ku wezîrê Wezîreta Perwerdeya Neteweyî, Ömer Dinçerî di lêkolînên xwe yên zanistî de ji lêkolînên kesên dî dizî kiriye.
Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Çi bûbû?
Işil Cinmenê li bianetê, 17 Çiriya Pêşiyê nivîseka bi navê “întîxal*: Ferqa di navberê de bibînin” nivîsîbû.
Dadgeha Sûlh û Cezayî ya 9. a Stenbolê 2015ê ew nûçe asteng kiribû.
Dadgehê biryar daye ku astengkirina nûçeyê “azadiya çapemeniyê, azadiya fikirînê, mafê agehdarkirinê û rexnekirinê sînordar(berteng) dike. Dadgehê diyar kiriye ku ew bi delîlan û bi qinaeta wijdanî gihaye vê encamê.
*Întixal: Dizîna beşeka berhema kesekê/a dî û bikarhînana di berhema xwe de.
(HA/MB)