Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macronî bi telefonê ji serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî re got bila Loup Bureauyê rojnameger serbest bê berdan.
Bixwîne - Dozgeriya Şirnexê biryara girtina rojnamegerê Fransî da
Li gor nûçeya BBC Turkçeyê, herdu rêberan biryar dane ji bo encameka erênî wezîrên herdu aliyan dê hev agehdar bikin.
Çi bûbû?
Polîsan rojnamegerê Fransî yê bi navê Loup Bureau li Deriyê Sînorî yê Xabûrê desteser kir, Dozgerîya Şirnexê bi tometa “alîkarîya rêxistina terorî” biryara girtina wî da.
Bureauyî di 26ê Tîrmehê de dema hewil da bi Deriyê Sînorî yê Xabûrê re bibore polîsan ew desteser kiribû.
Piştî polîsan îfadeya wî standî ew ji bo dozgeriya Şirnexê hat şandin. Dozgerîyê biryara girtina wî da.
Rojnamegerî li ser hesaabê xwe yê Twîtterê nivîsîye ku ew xwendekarê beşa rojnamegeriyê ye, hînî zimanê Erebî dibe û ji bo TV5Monde, ArteJournal û Slate nûçeyan çêdike.
Li gor agahiyên bianetê bi dest xistine, Loup Bureau bi rêyên fermî ji bo karkirinê çûye Erbîlê(Hewlêr) û ji bo li Îzmîr û Stenbolê bêhna xwe vede dê bihatiya wan bajaran.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê digel Bureauyî wêne û qeyd hene ku wî dema bi endamên PYDyê re hevpeyvîn kirîn ew girtine û qeyd kirine.(EA/MB)