Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kriakos Miçotakis, Serokwezîrê nû yê Yewnanîstanê û Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê li Koşka Elysseyê kom bûne. Macronî li vir li ser xebatên lêgerînê ên hîdrokarbonê yên Tirkiyeyê li Rojhilatê Behra Spî daxuyaniyek daye.
Macronî gotiye, Fransa û Yekîtiya Ewropayê (YE) di mijara xebatên lêgerîna hîdrokarbonê de wê piştevaniya rûmên qibrisê bike.
Macronî her weha diyar kiriye ku YE wê di vê mijarê de li hemberî Tirkiyeyê bisekine.
“YE, divê rûmên qibrisî bên parastin”
Macronî rewşa heyî bi gotinên “rewşa jeopolîtîk a perçe bûye” nirxandiye û destnîşan kiriye ku divê welatên YEyê hevdû bigirin û wiha tevbigerin.
Miçotakis, Serokwezîrê Yewnanîstanê jî ji medyaya Yewnanîstanê re axiviye û gotiye, “YE wê rûmên qibrisê biparêze.”
Erdogan: Em ê xebatên lêgerînê berdewam bikin
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh civînek bi Ersîn Tatar, Serokwezîrê Qibrisa Bakur re civiyabû û gotibû, “Li Rojhilatê Behra Spî ti projeyek ku Tirkiye û Qibrisa Bakur ji derve bihêle wê nekaribe bi cîh bibe.”
Erdoganî her weha diyar kiribû ku wê xebatên lêgerînê berdewam bike. (PT/FD)
*Fotoğraf: Mustafa Yalçın/ Paris - AA