Fotograf: AA (Arşîv)
Emmanuel Macron, Serokê Fransayê ku hefteya borî bi gotinên “li Libyayê lîstikeke xeter dilîze” Tirkiye tawan kiribû di daxuyaniyeke nû de gotiye; “Tirkiye berpirsiyariyeke dîrokî li ser tawanên li Lîbyayê hildigire û tişta ku li Lîbyayê dike, nayê qebûlkirin.”
Emmanuel Macron piştî civîneke hevbeş li gel Angela Merkel, Şêwirmenda Almanyayê axiviye. Macronî derbarê destwerdanên Tirkiyeyê di Lîbyayê de gotiye, Tirkiyê çekdarên cîhadî ji Sûriyeyê birine Lîbyayê û ev yek tawan e ji bo aliyekê ku endamê NATOyê be.
Bi gotina Macron, Tirkiye bi destwerdanên xwe û şandina cîhadiyan bo Lîbyayê, berpirsyariyeke dîrokî hildigire.
“Tirkiye yekem welat e ku destwerdanê li Libyayê dike”
Emmanuel Macronî di berdewamiyê de wiha gotiye: “Yekem welat ku destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de dike, Tirkiye ye û ez di wê baweriyê de me ku niha rêzê li ti biryarekê nagire ku di konferansa Berlînê de soz dabû.”
Serokê Fransayê ragihandiye ku divê agirbest li Lîbyayê pêk bê û tiştê ku Tirkiye li Lîbyayê dike nayê pejirandin.
Macronî helwesta Fransayê derbarê rewşa Lîbyayê de wiha anî ziman ku, Fransa ne piştgiriya êrîşa li dijî Trablusê kiriye û ne jî piştgiriya Xelîfe Hefter kiriye.
Beriya niha jî Tirkiye tohmet kiribû
Serokê Fransayê roja 22ê Hezîrana îsal jî di konferanseke rojnamevanî ya li gel hevtayê xwe Tunisî de li Parîsê gotibû, Tirkiye li Lîbyayê lîstikekî metirsîdar dilîze û diyar kiribû, wî ew yek ji Recep Tayyip Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê re gotiye.
Helwesta Tirkiyeyê ya li Lîbyayê
Gotinên Macronî yên derbarê destwerdana Tirkiyeyê di rewşa Lîbyayê de, di demekê de ne ku meha Çiriya Paşiyê ya sala 2019an, Tirkiyeyê û hikûmeta li Trablusê ya bi serokatiya Fayiz Serrac rêkevtineke siyasî, serbazî û aborî îmze kirin.
Rêkevtina navbera herdu aliyan bûbû sedema nerazîbûna gelek welatên Ewropayê û hejmarek welatên Rojhilata Navîn.
Piştî wê rêkevtinê, Tirkiyeyê bi aşkere piştgiriya xwe bo hikûmeta Trablusê zêde kiribû û bi vê yekê hevkêşeya şer guherîbû.
Hêzên hikûmeta Wifaqa Niştimanî ku kontrola Trablus a paytext di destê hêzên wê de ye, di wan demên dawî de gelek bajar û bajarok ji destê hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku general Xelîfe Hefter serokatiya wan dike, derxistine û niha li ser sînorê bajarê Sirtê ne.
Piştî wan pêşketinên hêzên hikûmeta Trablusê, hikûmeta Misirê jî bi awayekî aşkeretir destewerdan di karûbarên Lîbyayê de kiribû û Ebdulfetah Sîsî ragihandibû ku xeta Sirt-Jufra ji bo wan xeta sor e û nabe ku hêzên hikûmeta Wifaqa Niştimanî wê xetê derbas bikin.
Li rojhilatê xeta Sirt-Jufrayê, navçeyeke stratejîk heye ku rêjeya herî zêde ya bîrên petrolê û çavkaniyên petrol û gaza Lîbyayê lê ne, lewma herdu alî dixwazin kontrola wê navçeyê di destê wan de be.
Fransa herwiha Tirkiyê bi binpêkirina dorpêça çekan a li ser Lîbyayê tometbar dike, ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li ser wî welatî hatiye sepandin.
Çi bûbû?
Ji meha Çileya îsal ve li Berlîn a paytexta Almanyayê ve bi destpêşxeriya Angela Merkel, konferanseke taybet bi Lîbyayê hatibû lidarxistin ku armanc ji konferansê, destpêkirina qonaxa siyasî li Lîbyayê û gihîştina bi agirbestekê li wî welatî bû.
Piştî bidawîhatina wê konferansê, Şêwirmenda Almanyayê ragihandibû: “Em li ser planeke piralî rêkevtin.”
Serokên Tirkiyê, Fransa û Rûsya jî di konferansa Berlînê de beşdar bûbûn.
Piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî di sala 2011an de, Lîbya bi ser du hikûmetan de dabeş bûye, hikûmet li rojavayê welat bi paytexta Trablusê ku Tirkiye piştgiriya wê dike û Netewên Yekgirtî jî wê hikûmetê bi fermî nas dike û hikûmetek jî li rojhilatê wî welatî bi paytextiya bajarê Binxazî ku general Xelîfe Hefter serokatiya wê dike. (FD)
*Çavkanî: Rûdaw