Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê duh derbarê êrîşa ku roja sêşemê bi DYA û Îngiltereyê re birine ser Sûriyeyê de axivî.
Serokê Fransayê ji BFM TVyê, Radyoya RMCyê û malpera nûçeyan a bi navê Mediapartê re axivî û wî jî weke Donald Trûmp Serokê DYAyê diyar kir ku êrîş gelekî serkeftî bi encam bûne. Macronî wiha got: “Beriya 10 rojan, Serok Trumpî diyar kir ku “Divê DYA ji Sûriyeyê vekişe”.
Bixwîne - Amerîka, Fransa û Ingilîzîstanê li Sûriyeyê da
“Pûtîn wisa difikirî ku ‘ew lawaz in’”
Macronî destnîşan kir ku rayedarên Rûsyayê derbarê hêzên Rojavayî de wiha difikirîn: “Ev mirov ji civaka navneteweyî ne, ew nazik in, ew lawaz in” û diyar kir ku lê xeta sor hatiye derbaskirin.
Macronî got ku “Ez wisa difikirim ku wî (Vladimir Putin Serokdewletê Rûsyayê) fam kiriye ku mesele ne ev e” û diyar kir ku Rûsyayê bi piştgiriya ji bo Sûriyeyê re bûye hevkarê sûcî yê di mijara çekên kimyewî de.
Li gorî şîroveya Reutersê, Macronî ji destpêka operasyona li ser Efrînê û heta niha cara pêşiyê derbarê Tirkiyeyê de ‘peyvên germ’ bi kar aniye û gotiye ku “Me van êrîşan di vê mijarê de Tirk û Rûs ji hev veqetandin. Tirkan bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin”. (PT/FD)