Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê derbarê operasyona li ser Efrînê ji rojnameya Le Figaroyê re axiviye û gotiye ku “divê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê li hemberî terorê be.”
Macronî Tirkiyeyê hişyar kiriye û wiha gotiye: “Heke ku derkeve holê ji derveyi gefa terorê armanceke din a vê operasyona li sînorê Tirkiyeyê heye û bibe dagirkerî, wê gavê dê em ji bo veguheze pirsgirêkek rasteqîn.”
Macronî her wiha diyar kir ku divê Tirkiye derbarê wê de bi hevalbendên Ewropayî re di nava koordînasyonê de tevbigere.
Yildirim: Hizra Fransayê şaş e
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî bi Saad Herîrî Serokwezîrê Lubnanê re li Koşka Çankayayê civînek li dar xist ji rojnamegeran re axivî û li ser pirsa derbarê daxuyaniya Macronî de wiha got:
“Hizra Fransayê şaş e. Em ne bi mantiqa dagirkeriyê tevdigerin. Ji bo ku fam bikin bê ka em li Efrînê dixwazin çi bikin, divê li wî tiştî binêrin ku bê me li qada 2 hezar kîlometroyî ya li ser xeta Minbic, Cerablûs û Ezazê ya li Mertalê Firatê çi kiriye.”
Paylanî daxwaza “hesasiyê” ji Macronî kir
Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê Garo Paylan duh bi şev beşdarî li bernameya salê ya Konseya Koordînasyonê ya Rêxistinên Ermeniyan li Fransayê (Conseil de coordination des organisations arméniennes de France, CCAF) kir.
Paylan û Macron di dema bernameyê de hatin ba hev û Paylanî diyar kir ku li Efrînê “her roja ku diçe windahiyên sivîlan zêdetir dibin” û “li hemberî êrîşa li ser Efrînê ya Tirkiyeyê banga hesasiyê kir.”
Di çarçoveya heman bernameyê de Anne Hidalgo Şaredarê Parîsê ji ber hewlên derbarê têkoşîna demokrasî û mafên mirovan xelata herî girîng a bajêr “la médaille Grand Vermeil” pêşkêşî Paylanî kir.
Wezîrê Karên Derve jî daxwaza “nermbûnê” kiribû
Jean-Yves Le Drian Wezîrê Karên Derve yê Fransayê piştî ku operasyona li ser Efrînê dest pê kiribû, bi Mevlut Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve re axivî bû û ji Enqereyê xwestibû ku “nermtir tevbigerin.” (PT/FD)