Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macronî di telefonê de ji Serokdewletê Rûsyayê Vladmir Putinî re dîyar kiriye ku divê dema agirbesta li Sûrîyê were dirêj kirin.
Malpera Serokomarîya Fransa ragihandiye ku Macron di axaftina bi Putinî re bal kişandiye ser girîngîya agirbesta li Sûrîyeyê û daye zanîn ku divê ew dewam bike.
Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Soçîyê ser Sûrîyê kom bibin.
Macron hefteya borî operasyona Tirkîyê ya dijî Sûrîyê rexne kiribû û dîyar kiribû ku ger Dewleta Îslamî (DAIŞ) jinûve gur bibe ew ê berpirsa wê Tirkîye be.
Wî dabû zanîn ku li herêma Rojhilata Navîn bawerîya bo welatên rojava nemaye û li wê derê êdî hikmê Rûsya, Îran û Tirkîyê heye.
(MB)
*Çavkanî: Malpera Serokkomarîya Fransayê û dengeamerika.com