Fotograf: AA (Arşîv)
Macaristan wê ji ber vîrusa koronayê ango Covid-19ê hemî sînorên xwe bi temamî bigire.
Li gor nûçeya dengê amerîkayê, Victor Orban, Serokwezîrê Macaristanê diyar kiriye ku ji 1ê Îlonê pê ve kesên li welêt rûnanin dê nikaribin derbasî welêt bibin:
“Ji 1ê Îlonê pê ve hemwelatîyên dewletên din dê nikaribin bikevin axa me. Hemwelatîyên Macar yên ji derve tên jî dê 14 rojan di karantînê de bin.”
Almanya û Belçîka jî dîyar kirine ku kesên ji herêmên Parîs û Marsîlya yên Fransayê tên wê bikevin karantînayê.
Herwiha Danîmarka jî wê jiber vîrusa koronayê derîyên xwe yên bi Belçîkayê re bigire. (FD)