Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Mûşê fîşekeka ji wesayiteka leşkerî ya zirxkirî hatî berdan li zarokekê 10 salî ketiye û ew birîndar kiriye. Walîtîyê daxuyand ku “bûyer ji xeletî ve” pêk hatiye.
Bixwîne - Polîsê bi wesayita zirxkirî kesek kuştî bêceza ye
Cihgira hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Ayşe Acar Başaranê bi daxuyaniyeka nivîskî nerazîbûna xwe diyar kir. Wê got “Ma qedera zarokên kurdan e ku ‘ji xeletî ve’ bêne kuştin.
Bixwîne - Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
“Ma kurd mecbûr in li mala xwe an jî li ber deriyê xwe bêne kuştin.
“Çawa ku we ‘ji bo ewlehiya welatiyan’ derketina kolanan qedexe kir demildest ji bo wesayitên zirxkirî jî îlan bikin.”
Bixwîne - Polîsê ku li Silopyayê bi wesayita zirxkirî du zarok kuştine tehlîye bû
Zarokê 10 salî yê bi navê 23yê Gulanê li ber deriyê xwe bi fîşekeka ji wesayiya zirxkirî hatî birîndar bûbû û ji wê demê ve li Nexweşxaneya Mûşê tê dermankirin.(BK/MB)