Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Bînalî Yildirim di komcivîna Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) de bersiva balyozê Amerîkayê, John Bassî da.
Yildirimî got:
“Qey çi bûye? Me ji bo lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) pêvajoya hiqûqî ji bo erkdarên Amerîkayê daye destpêkirin.
“Ê ma çi ye? Tirkiye dewleteka hiqûqê ye. Ma bersûc erkdarê Amerîkayê be ji bo wî ferq û cidayî dê bê kirin?
“Yanî, Ma em ê ji beg-efendîyan destûrê bixwazin?”
Erdogan: “Biryara nedana vîzeyan ya Amerîkayê, me xemgîn dike”
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan li ser biryara ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê dê vîzeyan nedin, li Ukraynayê axivîye. Wî gotiye ji ber biryarê ew xemgîn in.
Piştî ku Erdogan digel serokkomarê Ukraynayê civîya, ji bo çapemeniyê axivîye. Wî ji biryara Amerîkayê gotiye:
“Ev yek me xemgîn dike.
“Rayedarên Wezareta Karên Derve çawa ku agahiya di heqê vê biryarê de standin dest bi xebatê kirin û telefonî mûhatabên xwe kirin.
“Dema wezîrê me ji min re behsa mijarê kir min jê re got:’Em ne dewleta qewmekê ne. Em dewleta hiqûqê ne. Wan ji bo biryarê nivîseka çawa nivîsîbe bila em jî heman nivîsê li balyozxaneya xwe ya Amerîkayê binivîsin û biweşînin.”
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(HK/MB)