Di roja sêyem a Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de Lûtkeya Rêberan a di 11-12ê Cotmehê de bi astengkirina çapemeniyê dest pê kir.
Rojnamegerên ku bi mehan berê ji bo COP31ê akredîtasyon stendibûn, nikarin Lûtkeya Rêberan a bi mazûvaniya Tirkiyeyê ji salona civînê bişopînin. Tenê ew rojnamegerên ku Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) ji bo hewza taybet a çapemeniyê hilbijartine dikarin bikevin lûtkeyê.
Maseya Çapemeniyê ya Organîzasyona COP31ê ku bersiva pirsên bianetê da, diyar kir ku li gorî dabeşbûna erdnîgarî nêzîkî 30 rojnameger û her weha endamên çapemeniyê û wênekêşên ku bi rêberan re hatine dikarin bikevin lûtkeyê. Maseya çapemeniyê derbarê hejmara giştî ya rojnamegerên ku dê bikevin salonê de agahî neda.
Tîma Çapemeniyê ya UNFCCCyê jî ji bianetê re ragihand ku ketina salonê sînordarkirî ye. Tîmê diyar kir ku rojnamegerên ku nikarin bikevin salonê dikarin lûtkeyê ji weşana zindî bişopînin û wan di COPên din de jî ji bo Lûtkeya Rêberan sînordarkirinên bi vî rengî pêkanîn.
“Çapemenî ji aliyê tîmên medyayê yên NY û hikûmeta Tirkiyeyê ve hat hilbijartin”
bianetê awayê diyarkirina hewza çapemeniyê û çawaniya gihîştina rojnamegerên akredîte ji bo lûtkeyê bi rêya e-posteyê ji UNFCCCyê jî pirsî.
Tîma Çapemeniyê ya UNFCCCyê diyar kir ku tîma medyayê ya Guherîna Avhewayê ya NYyê û tîma medyayê ya hikûmeta Tirkiyeyê bi hev re hewzekî çapemeniyê ava kirine û weha got:
“Ji bo van çalakiyan, tîma medyayê ya Guherîna Avhewayê ya NYyê û tîma medyayê ya Hikûmeta Tirkiyeyê hevkariya hev dikin. Her du alî dê hewzekî çapemeniyê yê wisa hilbijêrin û bi rêve bibin ku hevsengiya erdnîgarî biparêze û saziyên medyayê yên hemû herêman di nav xwe de bigire. Dê ne pêkan be ku endamên medyayê bi awayekî takekesî navê xwe di hewzê de tomar bike.”
“Her çend ji bo mayîna di salonê de di seranserê lûtkeyê de êdî cih nemabe jî, wênekêş dê di çend deqeyên ewil ên her axaftineke neteweyî de bigirin hundir û piştî kişandina wêneyan dê dîsa werin derxistin.”
Derbarê Lûtkeya Rêberan a COP31ê de
COP31 di 9-20ê Mijdarê de li Qada COP31ê ya li Antalyayê tê lidarxistin. Konferans 196 welatên ku aliyê Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ne û Yekitiya Ewropayê tîne cem hev.
Tê çaverêkirin ku ji 6 parzemînan 95 welat û 102 rêber beşdarî Lûtkeya Rêberan a di 11-12ê Mijdarê de bibin.
Lûtke bi mazûvaniya Serokkomar û Serokê Giştî ê AKPyê Recep Tayyip Erdogan li Salona Civata Giştî ya Anadoluyê ya li Herêma Şîn tê li dar xistin.
Di bernameyê de ji bilî Erdogan, Serokê COP31ê Murat Kurum, Sekreterê Giştî ê NYyê Antonio Guterres, Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed Ali, Serokwezîrê Avustralyayê Anthony Albanese û Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva dê axaftinan bikin.
(CA/VC/AY)









