Lûtkeya Rêberan a ku du rojan di civîna COP31ê ya li Antalyayê de domiya, bi dawî bû. Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Silva mohra xwe li roja duyemîn a Lûtkeya Rêberan da.
Lula di saetên êvarê de li salona duyemîn a mezin a desteya giştî ya bi navê Deryaya Spî (Akdeniz), bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Brezîlyayê re civiya û li Antalyayê hema bêje pîrozbahiyeke hilbijartinê jî li dar xist. Gotinên Lula û axaftvanên din gelek caran bi dirûşmeyan hatin birîn.

Roja dawî ya Lûtkeya Rêberan
Şandeya Brezîlyayê di saetên sibehê de jî civîneke bi heman rengî li dar xistibû. Brezîlyaya ku salek berê li Belemê mazûvaniya civîna COP30yê kiribû, li Antalyayê derbarê armanca devjêberdana sotemeniyên fosîl (petrol, komir û gaz) de nexşerêyek ragihand û bang li welatên din kir ku vê pêvajoya ku bi salan e tê paşxistin, bileztir bikin.
Serok Lula jî di axaftina xwe ya di civîna êvarê de got ku Brezîlya dê di parastina jîngehê de bibe welatê herî baş û bal kişand ser nexşerêyê. Her wiha Lula behsa wê yekê jî kir ku di COP15a li Kopenhagê de bi Serokê berê yê DYAyê Barack Obama û Serokdewletê Çînê Wen Jiabao re axiviye û çawa alî razî kirine ku salane 100 milyar dolar bidin welatên di pêvajoya pêşketinê de ne.
Di saetên sibehê de çalakvana avhewayê Greta Thunberg, damezrînerê Enstîtuya Filistînê ya ji bo Stratejiya Avhewayê Mohammad Usrof, nûnera civakên herêmî yên ji Awistralyayê Rikki Dank û Celine Isimbi ya ji Rwandayê bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Tevî akredîtasyonê jî çapemenî di Lûtkeya Rêberan a COP31ê de hat sînordarkirin
Greta Thunbergê di axaftina xwe ya vekirinê de bi van gotinan dest pê kir: “Em hemû li vir in ji ber ku em dizanin krîza avhewayê heye û ev êdî bûye meseleya jiyan û mirinê.”
Thunbergê diyar kir ku gavên ku kesên li vir desthilatdar in davêjin, bi temamî ji rastiyê dûr in û got ku em can, ekosîstem û cureyên biqîmet ên ku dê careke din qet venegerin, winda dikin. Thunbergê weha got; “Krîza avhewayê krîzeke bêedaletiyê ye ku kesên herî kêm berpirsiyarê vê krîzê ne, bi awayê herî dijwar û herî bilez jê bandor dibin” û destnîşan kir ku petrola ku ji Tirkiyeyê diçe Îsraîlê qirkirinê gur dike û xwest ku Tirkiye ambargoya enerjiyê deyne ser Îsraîlê. Mohammed Usrof jî di axaftina xwe de got ku baranên beriya hefteyekê 70 hezar malbat ji cih û warên wan kirine û wiha li axavtina zêde kir:
“Ji ber ku hemû di konên pînekirî û rizyayî de dijîn. Hefteya borî li Şerîaya Rojava di demekê de ku 3 hezar Filistînî ji cihên xwe dihatin koçberkirin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. Û tekane sedema vê yekê, encamên qirkirina ku bi piştgiriya DYA û Îngilîstanê û bi beşdariya petrola Tirkiyeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tê meşandin e. Ji ber vê yekê petrola Tirkiyeyê, ligel komira Kolombiya û Afrîkaya Başûr ku rasterast ji tora elektrîkê û sîstema leşkerî ya Îsraîlê re tê veguhestin, hêzê dide qirkirinê ku Îsraîlê didomîne.”
Tirkiyeyê di roja çaremîn a COP31ê de îmze avêt bin peymanên enerjiyê. Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar bi rayedarên Komara Gel a Çînê re peymannameyeke lihevkirinê ya bi bihayê 15 milyar dolarî îmze kir ku santralên ba û rojê, tesîsên depokirina elektrîkê û xetên veguhastinê li xwe digire. Bi şîrketa AtkinsRealis a Kanadayê re jî ji bo lêkolîna pêkanbûnê (fîzîbîlîte) ya santraleke nukleerî ku dê ji 6 reaktoran pêk bê û bi giştî xwedî hêza 4500 megawatan be,peyman hat îmzekirin. Her wiha bi şîrketa ACWA ya Erebistana Siûdî re jî ji bo fînansekirina santrala rojê ya 2 hezar megawatî ya ku di encama peymana berê de avakirina wê dihat plankirin, îmze hatin avêtin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham jî hat Antalyayê û raporeke bi navê Nexşerêya Elektrîkîkirina Paqij a welatê xwe eşkere kir. Rapor ji aliyê rêxistinên jîngehê ve hat rexnekirin ji ber ku nehatiye diyarkirin ka dê elektrîk ji kîjan çavkaniyan bê hilberandin û hat destnîşankirin ku divê hilberîna elektrîkê tenê ji çavkaniyên enerjiya nûjenbar bê kirin.
Greenpeaceya ku berê li Qada Şîn (Blue Zone) a ku muzakere lê didomin enstalasyonek vekiribû û nîşan dabû ku sotemeniyên fosîl berpirsiyarê germbûna 1,5 pileyî ne, dê roja Înê 13ê Çiriya Paşiyê ya 2026an jî li ber Şaredariya Konyaaltiyê peykerekî hespê Troyayê yê şeş metre bilind veke.
Şopînerê Çalakiya Avhewayê (Climate Action Tracker) dê di civîna çapemeniyê ya ku îro (13ê Çiriya Paşiyê) li dar bixe de, xebata xwe ya dawî ya ku hesab dike ka sozên heyî yên hikûmetan dê cîhanê ber bi germbûneke çend pileyî ve bibin,eşkere bike.
(ÖG/Mİ/AY)






