Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hunermend Suleyman Turan, li mala xwe ya li Kadıköyê serê sibê ji ber krîza dilî çûye ser dilovaniya xwe.
Gelek navên ji civata sînema û hunerê di hesabên xwe yên medya civakî de peyamên sersaxiyê weşandine.
"Stranek din jî bêdeng ma..."
Lîstikvan Mehmet Ali Alaborayî, hestên xwe wiha aniye ziman: “Ax birayê minê hêja Silêman ... dilê min dişewite niha… Par me li hev kiribû ku em hev bibînin. Em ê bi hev re bigeriyana. çend bîranîn me hebûn…”
Lîstikvan Firat Tanişî jî wiha nivîsiye: “Bila cihê Suleyman Tûran, lîstikvan, senarîst û karîkaturîstî bihuşt be. Ez sebrê ji hezkiriyên wî re dixwazim.”
Orhan Aydinî gotiye, “Straneke din jî bêdeng ma."
Derbarê Suleyman Tûranî de
Süleyman Turan dema ku li Zanîngeha Stenbolê di beşa filolojiya zimanê îngilîzî de dixwîne, diçe kulisa şanoyekê ku hevale wî tê de dilîze. Rojekê dema Selim Naşit neçûye şanoyê, wî li şûna wî lîstiye û sala 1962ê de dest bi şanoyê kiriye. Di lîstika bi navê “Li Harputê Amerîkayiyek”ê de dibe serlîstikvan.
Di sala 1963an de, dikeve pêşbirka kovara Sesê û bi ser dikeve. Bi vê re gavê tavêje nav jiyana sînemayê.
Senaryoya filmê Çerxafelekê (Dönme Dolap-1983), Belayê Serî (Baş Belası-1982), Xalêmin a Heja (Sevgili Dayım-1977) nivîsandiye. (RT/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye
Fotograf:AA