Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hîkmet Karagozê ku di TRTyê de bi salan di rezêfîlma bi navê “Bizimkiler” de bi karakterê Abbas cîh digirt, koça dawî kiriye. Xebera mirina wî Zeynep Karagoz, keça wî li ser hesabê xwe yê medya civakî aşkere kiriye û weha gotiye:
“Bavê min Hîkmet Karagoz îro koça dawî kir…Vê carê vegera wî nîne, li piştî xwe ken, qedeh, sihbet û bîranîn hişt. Ji ber Coronayê kirina merasîma cinazeyê mimkun naxuyê. Şerefe ji xatirê te re”
Hîkmet Karagoz, lîstikvanê rêzefîlm, şano û sînemayê di sala 1946an de li Vezîrkopruya Samsûnê hatiye dine.
Di salên 1962-1963an de li Malagel ya Emînonuyê weke amator dest bi şanoyê kiriye. Di sala 1964an de derbasî Tîyatroya Ulvî Uraz ya Kuçuk Sahneyê dibe û weke profesyonel li vir kar dike.
Di sala 1974an de bi "Yaşar Ne Yaşar Ne Yaşamaz" re di prodîksiyonê televizyonan de rol digire. Di sala 1982an de bi fîlma “Faîze Hücum”re derbasî sînemayê dibe. Ji sala 1986an pê ve wêneyan çêdikir û pêşangehên wêneyan saz dikir.
Hin fîlmên ku tê de cîh digirt ev in: Çıplak Vatandaş (1985), Geçmiş Bahar Mimozaları (1989), Karartma Geceleri (1990), Gönül Yarası (2004), Tatar Ramazan (2013).(AÖ/AY)