Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Rîoya paytextê Brezîlyayê dê îşev 02:00(TSI) dest pê bike. Rêûrismên lîstikan dê li meydana lîstina fûtbolê ya Maracanayê bê pêk anîn.
Lîstik dê ji 5ê Tebaxê heta 21ê Tebaxê dom bike. 10 hezar werzîşvanên ji 206 welatan dê bikevin rikeberiyê.
Ji bo lîstikan 12 milyar dolar hatine xerckirin û ji 25 hezaran zêde rojnamevan dê lîstikan bişopînin.
Çend têbînîyên ji Olîmpîyatan
*Cara pêşiyê ye ku Efrîqaya Başûrî jî dê beşdarî Olîmpîyatan bibin.
*Piştî 112 sala dîsa Golf dê wek lîstikeka Olîmpîyatan bê lîstin.
*Cara yekê ye ku tîmeka penaberan jî dê beşdariyê bike.
*8 hezar karker, 8 hezar karkerên cihgir û 25 hezar karkerên dildar dê kar bikin.
*Nêzîkî 85 hezar polîs û leşker dê li Olîmpîyatan kar bikin. (EKN/MB)