Nûhev platformeke dijîtal e ku di derbarê çand, huner, tenduristî û zanistiyê de naverokên cur bi cur amade dike. Yek ji van xebatana jî “Lîstika Peyvên Kurdî”ye. Nûhevê herî dawî bi navê “Çênebû”yê “Lîstika Peyvên Kurdî” amade kiriye.
“Çênebû” listokeke bêjeyî û bişahînet e ku dikare bi malbatê re jî bê lîstin. Di “Çênebû”yê de du tîm hene û hejmara lîstikvanan wekhev in. Ji bo destpêkirina listokê yek ji tîmê ji kartên lîstinê 5 heban hildibijêre. Hema ku berdevk kaxiz werdigire, dem dest pê dike û demjimêr tê zivirandin. Lêbelê peyvên qedexe ji bo danasîna peyvê nayên bikaranîn. Ji bo vê yekê, yek ji tîma dijber li kartê dinihêre û kontrol dike ka peyva qedexe tê bikaranîn. Tîm dema ku kartan dizanin pûanan qezenc dikin.
Armanca vê lîstikê ew e ku hînbûna Kurdî bi kêf û hêsan be. Gelek peyv di lîstikê de hene û ji bo ku di lîstikê de mirov bi serkeve divê wan peyvan zanibe.
Yek ji berpirsên Nûhevê Rewşan Akinê ji bianetê re behsa armanca Nûhevê kir û her wiha diyar kir ku ew ê ji bo danasîna lîstikê li gelek bajarên kurdan bigerin:
"Em wek çend ciwanên kurd hatin cem hev, me xwest em di vê cîhana pêşketî de cih bigirin. Em xwe dispêrên çavkanîya zanînê ya herî nûtirîn! Navê Nûhevê, ji fikra Know-Howê tê. NÛHEV ji pêkhateyên NÛ û HEVê tê. NÛ, her wekî hûn dizanin tê wateya nû, HEV jî kurtkirina hevdan ango yekîtî û pêkanînê ye. Nuhev weke kû ji navê wê jî dîyare, ew hevitî ya Nû ye. Bi taybetî jî ciwanên Kurd ji xwe re kiriye armanc. Nûhev bi hêza medyaya civakî dikeve mala her kurdan û jiyana rojane bi kurdî ava dike û pêşkêşî me dike.
Me danasîna vê lîstikê cara yekem li Mêrdînê kir ya dûyem jî li Amedê. Eleqeyekî baş ji bo vê lîstikê hebû. Gelek kes tev li şeva lîstika Peyvên Kurdî bûn.” (RY/FD)