Lîstika "Mem û Zîn"ê ya Şermola Performansê wê tevlî Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê ya 17an bibe.
Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê ya 17an, îro (13ê Gulanê) li bajarê Seqizê yê Rojhilatê destpê kiriye. Li gorî bernameyê wê her yek ji Êlih, Hewlêr û Kuhiyeyê lîstikek şanoyê, her weha ji Îranê jî sê lîstik bên lîstin.
Yek ji van lîstikan lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Mem û Zîn" e. Mem û Zîn wê 16ê Gulanê du caran derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstik di Mijdara 2021ê de li Êlihê promîyera xwe kiribû û bûbû mêvanê bajarên Amed, Qoser, Riha, Sêrt, Tetwan, Wan û Stebolê.
Festîvala ku cara pêşiyê de 1988ê de hatibû lidarxistin wê heta 17ê Gulanê dewam bike. Her weha di 17ê Gulanê dewê navê serkeftiyan diyar bibe.
Versîyona ku di vê şanoyê de hatiye bikaranîn, qeyda dengbêjê navdar Reso ye. Çîrok behsa îxanet, mêrxasî, mêvanperwerî, xerabî û neheqiyê li derdora evîna mezin û ne gengaz a Mem û Zînê dike.
KunyeÇavkanî: Dengbêj Reso Konsept/Derhêner: Mîrza Metîn Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk Sêwirînerê Sehneyê û Ronahiyê: Mîrza Metîn Fotograf: Bariş Evîz Asîstan: Robîn Ozel |
Derbarê Şermola Performansê de
Di sala 2008an de bi hevkarîya Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlîoğluyê li Stenbolê hatiye damezirandin. Weke însiyatîfeke şanoyê ya pirnavendî li bajarên Stenbol (2008), Koln (Almanya - 2018) û Batmanê (2021) xebatên xwe didomîne. Heta niha 25 lîstik afirandine, bi wan lîstikan beşdarî festîvalên girîng ên li Herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê bûne û ew lîstik hatine xelatkirin. Li ser lîstikvanîyê, şanonûsîyê û dîroka şanoyê ya cîhanê perwedehîyan pêk tîne. Pêşengtîya “Kovara Dîalog”ê ku yekem kovara şano, dans û
performansê ya bakurê Kurdistanê ye, dike. (FD)