Fotograf: MA
Teatra Jiyana Nû (TJN) lîstika xwe ya nû duh bi şev li Moda Sahneya Kadikoyê ya Stenbolê nîşan da. Navê lîstika şanoyê ya TJNyê “Lîstik” e. Lîstik ji ber serpêhatiyên şanogeran hatiye amadekirin ku di dema amadekirin û nîşandana şanoyên bi kurdî de rastî astengiyan û zehmetiyan tên.
Şanogerên kurd ji ber van astengî û zahmetiyan gelek caran nikarin lîstikên xwe pêşkêş bikin. Demeke berê şanogeran dîsa li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kiribûn ku ew nikarin salonan ji bo lîstikên bi kurdî peyda bikin. Du sal berê dema TJNyê xwestibû lîstika xwe ya bi navê “Bêrû” li salona Şanoya Bajêr a Gazîosmanpaşaya Stenbolê pêşkêş bike, Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê beriya lîstik were nîşandan bi saetan, qedexe danîbû ser wê.
Ev bûyer û yên din, bûye sedem ku lîstikvanên TJNyê lîstika bi navê “Lîstik”ê amade bikin. Omer Şahîn, Rûgeş Kirici û Cîhat Ekîncî şanoname nivîsandiye. Ferhat Feqiyî derhêneriya lîstikê kiriye. Omer Şahîn, Rûgeş Kirici, Cîhat Ekîncî, Sakîne Jîr, Sadik Tûnç, Erhan Mîr û Zeycan Ateş di lîstikê de dilîzin.
Şanogeran hewl dane, bi vê lîstikê him behsa astengiyên qanûnî yên saziyên fermî li ber wan derdixin, him jî nebûna derfetan bikin û bi temaşevanên şanoyê bidin nîşandan ku bê ka ew bi çi zor û zehmetiyan vî karî dikin.
Dramatûrga lîstikê Rewşan Apaydin, alîkara derhêner jî Sakîna Jîr e. M. Saît Yamanî helbestên ku di lîstikê de hatine xwendin nivîsiye, Serdar Gerenî dekor û rohanî amade kiriye, Ronî Ekinciyî afîş, Esra Enîsê jî îllustrasyon amade kiriye. (FD)