Koleksiyona Kurdologê Letonî ya Destnivîsên Kurdî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Jaba destnivîsên xwe di dema ku li Erziromê balyozî dikir nivîsandiye û di van destnivîsan de derbarê edebiyat, dîrok, çand, folklor û zimanê Kurdan de mînak hene.
Weşanxane derbarê koleksiyonê de dinivîse ku “bi renge xwe wek hefizeya Kurdan ya sedsala 19em e” û “Tevkariya vê berhevokê ya herî berbiçav ew e ku nusxeyên berhemên stêrkên eebiyata Kurdî yên wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî û hwd veguhestine vê serdemê”.
Koleksiyona ku ji hêla Dr. Mûstafa Ozturk ve ji bo weşanxaneyê hatiye amadekirin ji 335 rûpelan pêk tê.
Derbarê Aleksandre Jabayî de
Di sala 1801ê de li bajarê Kraslavê ya Letonyayê ji dayik bûye û bi eslê xwe Polonî ye. Di navbera salên 1824-1828ê de, li Saint-Petersbourgê, rojhelatnasiyê dixwîne û pişt re, Erzirom jî tê de, li çend konsolosxaneyên Rûsyayê wek konsolos dixebite. Dema Jaba li Erziromê di navbera salên 1848 û 1866an de konsolos bû, li ser daxwaza akademîsyenê rûs Borîs Andreyevîç Dorna ku eslê wî Almanî ye, dest bi hînbûna zimanê Kurdî dike. Ev hînbûna zimanê Kurdî dibe sedema danûstandinên germ di navbera Jaba û Mela Mehmûdê Bazîdî û gelekî zanyarên Kurd ên din de. Danûstandina Jaba bi Kurdan re û elaqeya wî ya li ser ziman û edebiyata Kurdî pêşî bi çapkirina kitêbekê encam dide. Kitêbê bi serenavê Recueil de Notices et de Récits kourdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan (Kurtenot û çîrok ji bo naskirina ziman, edebiyat û qebîleyên Kurdistanê, 258 r.) bi zimanê Kurdî-Fransî di sala 1860ê de li bajarê Saint-Petersbourgê hate çapkirin. Projeya Ferhenga Fransî-Kurdî bi fermana Akademiya Zanistê ya Împaratoriya Rûsyayê dest pê dike û ferheng bi serenavê Dictionnaire kurde-français di sala 1879ê dîsa li bajarê Saint-Petersbourgê çap dibe. (FD)