Ereb Şemo ku weke kesê yekem romana Kurdî ya bi navê “Şivanê Kurmanca” di sala 1935an de çap kiriye tê nasîn, piştî demekê yanî di sala 1957ê de hin guhertin di romana xwe de kirine û bi navê "Berbangê" weke pirtûkeke nû çap kiriye. Weşanxaneya Lîsê pirtûka bi navê “Berbangê” careke din çap kir û anî ber destê xwendevanan.
Di pirtûka ku ji 200 rûpelan pêk tê de çend serpêhatîyên ku di Şivanê Kurmanca de tune ne lê hatine zêdekirin û çend serpêhatî an hatine kurtkirin an jî dirêjkirin. Bi vî awayî navê hin kesên ku navê wan di Şivanê Kurmanca de tune ye jî di van serpêhatîyên lê hatine zêdekirin de derbas dibe. Zimanê berhemê heman ew zimanê Şivanê Kurmanca ye.
Romana Şivanê Kurmanca ya Ereb Şemoyî piştî 74 salan bi alfabeya Celadet Elî Bedîrxanî ve ji dîsa ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hatibû çapkirin. Şivanê Kurmanca bi wê alfabeyê hatibû nivîsandin ku ji hêla Îsahak Marogulov û Ereb Şemoyî ve di sala 1929ê de hatibû çêkirin.
Derbarê Ereb Şemoyî de
Ereb Şemo yan jî Erebê Şemo/Ereb Şamîlov 23yê Çiriya Pêşiyê ya 1897 li Qersê ji dayik bûye. 21ê Gulanê ya 1978 li Êrîvanê çûye ser dilovaniya xwe. Weke bavê romana Kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana Kurdî Şivanê Kurmanca nivîsiye. Ereb Şemo ji malbatek şêxên Êzidiya bûye. Ereb Şemoyî xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe. Ereb Şemo ji bilî zimanê Kurdî, welê jî bi Rûsî, Tirkiya Osmanî, Yewnanî, Ermenî, Gurcî, Almanî û Azerî zanibû.
Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Ereb Şemo û Isahak Marogulov dest bi amadekirina alfabeta Kurdî ya bi tîpên Latînî kiriye û di sala 1928an de karê xwe bi dawî aniye. Wan sala 1929an yekemîn pirtûka bi Kurdiya Latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hînbûna xandina nvîsara kurmançi“ ("Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî") çap kirine. Ereb Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze ye.
Di sala 1931ê de Ereb Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdoyî tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata literaturî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê Kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamo, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibiryayê girtî jiyaye. Li vir Mariya Vasîlevna nas dike û pê re dizewice. Mariya jina wî ya duyem e û ew bi xwe Rûs bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.
Piştî mirina Stalînî ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê de cih girtiye.
Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê malê ku Ereb Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “Di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Ereb Şemo Şamîlov.”
Berhemên wî
Roman
- Şivanê Kurmanca, 1935
- Dimdim, 1966
- Jiyana Bextewar, 1959
- Hopo, 1969
- Berbang, 1957
Şano
- Koçekê Derewîn, 1930
Çîrok
- Hikayetên Gelê Kurd, 1967
- Kurdên Elegezê, 1936
Meqale
- Pırsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da, 1936
- Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê, 1930
- Çirûskên Şoreşa Oktobirê, 1972
- Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re, 1930
- Şerê Tarîlka, 1972
Senaryo
Jînenîgarî
- Emrê Lenîn, 1930
(FD)
*Çavkanî: wikiwand