Lîsa Çalan: FîlmAmed wê bîra ku tê tunekirin zindî bike
Festîvala Belgefilman a FîlmAmedê cara ewil di sala 2011an ya herî dawiyê jî di sala 2019an de pêk hat. Komeleya Akademiya Rojhilata Navîn ya Sînemayê (OSAD) vê festîvalê li dar dixe. Festîvala 8an, 4 sal şûn de wê di navbera 27 Îlon û 1ê Çiriya Pêşiyê de birêve biçe. Belgefilmên ku ji sala 2020an û vir ve hatine çêkirinê wê bên qebûlkirinê û serlêdan heta 31ê Tîrmehê qebûl bibin.
Bixwîne - Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê destpê kiriye
Festîvala FilmAmedê naverokên koçberî, çîrokên jinan, wekheviya zayendan, zayenda civakî, ziman, bîra civakî û yên mîna wan dike mijarên xwe. Di festîvala xwe ya 8emîn de jî wê FilmAmed hewl bide li ser heman motîvasyonê fîlman hilbijêre. Têkildarî festîvalê derhêner Lîsa Çalan axivî û bal kişand ser amadekariyên festîvala FîlmAmedê. (WT/FD)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir