Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Lijneya Qanûna Bingehîn a Parlamentoyê, teklîfa guhertina Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê qebûl kir.
Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) teklîfa guhertina Qanûna Bingehîn di 10ê Kanûna Paşiyê de, bi îmzeya 316 parlamenteran dabû parlamentoyê.
Komîsyonê di 20ê Kanûna Paşiyê de dest bi hevdîtinan kiribû.
Ji bo serokatiya parlamentoyê 25 xalên guhertinê hatibû dayin, bi pêşniyarnameyan ew hejmar guherî û bû 18.
Mixalefet dikare heta 2yê Kanûna Paşiyê şerhê dane
Serokê Lijneya Qanûna Bingehîn, Mustafa Şentopî eşkere kiriye ku partiyên mixalefetê dê bikarin heta 2ê Kanûna Paşiyê siet 16.00 şerhê ji bo guhertinê bide.
Ji bo bê qebûlkirin 330 deng lazim in
Da ku ji bo guhertina Qanûna Bingehîn referandûm bê kirin. Divê pêşiyê Lijneya Qanûna Bingehîn guhertinan qebûl bike û di parlamentoyê de jî divê ya kêm 330 parlamenter guhertinê erê bike.
Çi dê biguhere?
Hejmara parlamenteran dê ji 550yê bibe 600.
Emrê ku berbijar dikerin bikevin di hilbijartinan de dê ji 25ê bibe 18.
Hilbijartin dê di her 5 salan de carekê bê kirin, hilbijartina serokkomarî/ê jî dê di wê rojê de be.
“Dîwana Wezîran” dê nebe
Serokkomar dê cihgirê/a Serokkomarî/ê û wezîran erkdar bike an jî ji karî biavêje.
Serokkomar dê karmendên pilebilind ên dewletê erkdar bike an jî ji karî biavêje.
Erkên Parlamentoyê
Parlamento dê qanûnan çêbike, biguhere û rake. Bûtçeyê eşkere bike, biryara çapkirina pereyan, îlana şerî bike.
Parlamento dê bikare bi ji 5ê 3yê dengan afûyê îlan bike.
Kî dê bikare bibe serokkomar?
Ew kesên bûyîn 40 salî, dikarin wek parlamenter bêne hilbijartin dê bi dengên welatiyan bêne hilbijartin. (NV/MB)