Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bi biryara Dîwana Wezîran, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de yên 693 û 694ê hatin îlankirin. Bi biryarnameyê Qanûna Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MIT) jî hat guhertin.
Lijneya Koordînasyona Îstixbarata Neteweyî(MIKK) hat avakirin.
Li gor qanûna nû ji bo lêpirsîn li ser serokê MITê bê vekirin divê serokkomar destûrê bide. MIT dê bikare lêkolînê li ser endamên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirk) bike.
Herweha ji bo serokê MITê bikare şahidîyê bike divê serokkomar destûrê bide.
Ji bo cerdevanan jî biryar hat dayin ku ji bo dozên cerdevan beşdar dibin walîtî dê heqê parêzeran bide.(AS/MB)