Lijneya Hilbijartinê ya Îdirê serlêdana namzetê hevşaredariyê yê Îdirê yê DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş û namzeta Hevşaredariya Bajaroka Hoşhaberê Emîne Yondem Kartalê qebûl nekir. Guneş şaredarê berê yê Îdirê bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, namzetên DEM Partiyê dosyayên xwe yên ji bo namzetiyê yên pêwîst pêşkêşî desteyê kirin.
Guneş dema şaredarê Îdirê bûye bi îdiaya "endamtiya PKKê" ketibû girtîgehê. Guneş ji bo "vegerandina mafan" serî li dadgeha ku ceza lê birîbû da. Mafên namzetê hevserokatiyê Guneş lê hat vegerandin û astengiyên li pêşiya namzetiyê hatin rakirin.
Guneş di serlêdanê de ev belgeya jî peşkeş kiriye. Endamên DEM Partî, CHP û İYİ Partiyê yên ku di civîna lijneyê de ne deng dan ku li pêşiya namzetiya Guneş tu astengî tune ye. endamê ku AKPyî ye beşdarî civînê nebû.
Lêbelê di lijneyê de du fermanber û dadwer ji bo serlêdan neyê qebûlkirin dengê na dan. Ji ber ku di encamê de deng 3 bi 3 bû û piraniya dengan nehat bidestxistin dadger namzetiya Guneş qebûl nekir.
Diyar bûye ku namzetiya Kartalê jî ji ber ku pêştir tevlî civînên çapemeniyê û daxuyaniyan bûye û cezayê pere lê hatiye birîn, qebûl nebûye.
Piştî biryarê endamên DEM Partiyê li buroya hilbijartinê ya li taxa Sogûtlûyê kom bûn. Endamên partiyê bertek nîşanî biryarê dan û ew ê serî YSKyê jî bidin.
(RT/AY)