Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Ewlehiya Neteweyî li Serokkomariyê kom bû. Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan serokatiya civînê kir.
Piştî civînê bi daxuyaniyekê lijneyê eşkere kir ku “Operasyonên Mertalê Firatê yên li Bakurê Sûriyeyê bi awayekê biserkeftî bi dawî bûye.”
Tevgera Mertalê Firatê ji beriya heft mehan dest pê kiribû. Leşkeran di 24ê Tebaxê de dest bi operasyonan kiribû. Di operasyonan de 71 leşker miribûn.
Ji bo dewamkirina Rewşa Awarte ti pêşniyar nehatin kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku "ji bo dengdana referandûmê di rewşeka ewle û bihizûr de bê kirin tedbîr dê bêne girtin."
Di Operasyonan de 71 leşker mirin
Di 24ê Tebaxa 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 71 leşker mirine.(AS/MB)