Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) eşkere kiriye ku delîlên betalkirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yek bi yek têrê nake ku hilbijartin pê bê betalkirin, lê belê dema li hemî delîlan bi hev re bê nêrîn divîya hilbijartin bihata betalkirin.
YSKyê biryara xwe li malpera xwe weşandiye. Piraniya biryarê wek bersivên îtirazên AKP (Partiya Edalet û Geşepêdanê) ne.
Biryar ji 250 rûperan pêk tê; 37 rûper ji şerhên li biryarê û 11 rûpel jî ji nirxandinan pêk tê.
Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 6ê Gulanê hatibû betalkirin. Biryara Delîldîyarkirî piştî 16 rojan hat weşandin.
7 endamên eslî û 4 endamên cihgir yên YSKyê kom bûne û biryar daye. 4 dadgerên endamên lijneyê diyar kirine ku delîlên heyîn têrê nake ku hilbijartin bê betalkirin.
Çima divîya betal nebûya?
AKPyê diyar kiribû ku ji ber hin berpirsên sindoqa ne karmendên dewletê bûne divê hilbijartin bê betalkirin lê çar endamên YSKyê diyar kirine ku ew yek têrê nake hemî hilbijartin bê betalkirin.
Çima divîya betal bibûya?
Endamên YSKyê yên ku biryar dabûn ku hilbijartin betal bibe diyar kirine ku “ferqa dengên Ekrem Îmamoglu(CHP) û Binali Yildirimî 13 hezar û 729 deng in. 754 berpirsên sindoqan ne li gor qanûnê hatine hilbijartin û ev yek dikare encama hilbijartinê biguhere.”
Li gor biryara YSKyê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê 23yê Hezîranê bê kirin. Herweha li şûna Ekrem Îmamogluyî waliyê Stenbolê, Ali Yerlikaya dê wek wekîl ibibe şaredar.
(AS/MB)