Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li bajarê Zonguldakê li kaneka(circirika) komirê teqînek çêbûye, bi teqînê sê karker mirine û du karker birîndar bûne. Xwediyê kana komirê Ismail Aygun hatiye girtin.
Li gor nûçeyeka rojnameya Yeni Adimê ya Zonguşldakê, polîsan Aygun duhî desteser kiriye. Dadgehê îro biryara girtina wî daye.
Xwdiyê kanê bi sûcê “bi xemsariyê rêxweşkirina ji bo mirina kesan” hatiye girtin.
Duhî-şev siet 3yê şevê li kana komirê teqîn çêbûye. Karkerên bi navê Uğur Göktaş, Kenan Çavuş û Hasan Gençtürk mirine, karkerên bi navê Evren Cinemre û Adem Alibaş birîndar bûne.
Di meha Çiriya Pêşiyê de ya kêm 177 karker mirine
Li gor rapora Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karî de di deh mehên sala 2018ê de 1640 karker mirine. Di meha Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) de 177 kes mirine 10 ji wan jin in 2 ji wan zarok in.
*Ji 177 karkerên mirîn 161 kes karker an jî karmandên karê kesên dî bûne, 16 karkeran karê xwe kirine.
*Ji karkerên mirîn 14 kes koçber bûne.
*Yek ji zarokên mirîn ji 14 saliyê biçûktir bûye.
*10 jin, 151 mêr û 2 zarok mirine.
*Karker herî zêde bi qezayên trafîkê mirine.
*Li 51 bajarên Tirkiyeyê karker mirine herî zêde li Stenbolê mirine.
*3 karkerên mirîn endamên sendîkayan bûne, 174 karker ne endamên ti sendîkayan bûne.
(EKN/MB)