Li Zonguldakê di madenê de hezaz çêbû: Karker asê mane
Şaredarê Gelîkê aşkere kir ku pêwendî bi karkerek re hatiye danîn ku di bin hezazê de asê maye.
Di kana madenê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê, ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Hat zanîn ku 4 karker asê mane.
Li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê di Kana Madenê ya Gelîkê de hezaz çêbû. Sedema hezazê nehat zanîn û hat ragihandin ku 4 karker di bin de asê mane.
Piştî agahdarkirinê, AFAD, tîmên tenduristî, agirkujî û lêgerînê çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku tîman xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dane destpêkirin.
Şaredarê Gelîka Zonguldakê Bûrhan Sezgîn ji CNN Tirkî-yê re gotiye ku pêwendî bi karkerek re hatiye danîn ku di bin hezazê de asê maye. Her weha çar karker asê mane.
(AB/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.