Li Zongûldakê di kanaya madene ya Saziya Komirê ya Tirkiyeyê de karkerê 44 salî yê bi navê Baykul Saglam duh bi şev di nav wagona 5 tonî û kelûpela vagonê vala dike de ma û mir.
Bûyer li kanayeke saziyê ya Midûriyeta Karadonê pêk hat. Dema komir dihate valakirin, Saglam di navbera herdu kelûpelan de ma. Hevkarên wî ew ji wir derxistin û tîmên tenduristiyê hatin midaxele lê kirin. Baykul Saglam birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkî ya Zongûldakê lê ew li wir mir.
Midûrê Giştî yê Saziya Komirê ya Tirkiyeyê Mûharrem Kîraz, Alîkarê Midûrê Giştî Fazli Uncu û Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Madenan a Giştî (GMIS) Hakan Yeşîl jî çûn nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de zanyarî wergirtin.
(AS/FD)