Ji bo nûçeya Tirkî / İngiilîzî bitikîne
Li zindanan girtiyên PKKê û PJAKê daxuyandin ku hefteya bê dê ew jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.
50 siyasetmedarên kurd di 5ê Îlonê de li avahiya DBPê ya Amedê de bi armanca hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Gireva wan berdewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) wê ji 15ê Îlonê roja Pêncşemê şûnde wê li 7 zindanan 35 kes dest bi gireva birçîbûnê bikin. Piştî destpêkirana wan 35 kesan wê li gelek zindana jî dest bi girevê were kirin.
Li Girtîgeha Tipa D ya Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Girtîgeha Jinan ya Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê, Girtîgeha Silivriyê, Girtîgeha Tarsusê girev dest pê dike. Hat destnîşan kirin ku di serî de ji her girtîgehê 5 kes wê dest bi gireva birçîbûnê bikin.
Wê girtîgehên û koguşên zarokan beşdarê girevê nebin.
(EKN/YO)