Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî êrîşa hefteya borî li Zelandaya Nû çêbûye, hikûmetê biryar girtiye ku firotina çekên nîv-otomatîk ên leşkerî qedexe kiriye.
Jacinda Ardern, Serokwezîra Zelandaya Nû derbarê guhertina di yasaya çekan de civîneke çapemeniyê çêkiriye. Ardernê gotiye ku biryara qedexeyê demildest ketiye meriyetê. Serokwezîra Zelandaya Nû diyar kiriye û gotiye, ew dixwazin misoger bikin ku welatê wan careke din şahidiyê ji qetlîameke bi vî awayî re neke.
Jacinda Ardernê gotiye, “bi kurtasî, her cure çekên nîv-otomatîk ên di vê êrîşa terorî de hatiye bikaranîn, li vî welatê wê qedexe bin”. Her weha şarjorên hejmara guleyên wan hatine zêdekirin û çekên sureta guleberdanê hatiye zêdekirin jî wê qedexe bin.
Kesên çekên wan hene wê radest bikin
Li gorî yasaya nû, kesên çek li bal wan hebin, divê vê agahiyê bi polîsan re par ve bikin. Her weha di nava demê de divê çekên di destên xwe de radest bikin.
Kesên ku çek di destên wan de hebin û di nava dema diyarkirî de radestî polîsan nekin wê bikaribin heta sê salan cezayê girtinê û 4 hezar dolar cezayê pareyan li wan bê birîn.
Heta niha li Zelandaya Nû, herkesên ku ji 16 salî mezintir bûya û berê ti sûcek nekiriba dikarîbû destûra çekhilgirtinê bi dest bixista.
Derketibû holê kû, êrîşkarê îna derbasbûyî li bajarê Chirstchurchê êrîş biribû ser du mizgeftan çekên xwe li ser înternetê kiriye. (PT/FD)
* Çavkanî: Deutsche Welle, Independent