Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kiriye ku di dema "Operasyona Pençik-Kilîl" de çawişê pispor ê piyade yê bi navê Harûn Yildirim û Savaş Borlû mirine.
Operasyona navborî, di nava sînorê Herêma Kurdistanê de, li Zapê pêk tê.
Wezaretê diyar kiriye ku leşkerên birîndar birine nexweşxaneyê û operasyon jî dewam dike.
2 leşkerên birîndar mirine
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezaretê paşê di daxuyaniyeke din de diyar kiriye ku çawişê pispor ê piyade Fatîh Kalkan û çawişê binefser yê piyade yê bitecrûbe Gokhan Agil li nexweşxaneyê mirine. (EMK/FD)