Li zanîngeheke Çînê beşa zimanê kurdî wê bê vekirin
Zanîngeha Selaheddînê ya Hewlêrê ragihand ku bi hevkariya wan li zanîngeheke Pekîna paytexta Çînê beşa zimanê kurdî wê bê vekirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê berdevkê zanîngehê diyar kiriye ku dê her du zaravayê kurdî, kurmancî û soranî jî bên xwendin.
Daxuyaniya zanîngehê îro hat belavkirin. Her weha di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, “Zanîngeha Selaheddînê ya Hewlêrê hevkar û hevahenga sereke ya vekirina beşa Kurdî ya li Zanîngeha Pekînê ya Çînê ye.”
Berdevkê Zanîngeha Selaheddînê Saman Ebdulah destnîşan kiriye û gotiye:
“Ev beş ji bo Çîniyan e û ew dê îsal xwendekaran wergirin. Dê hejmara xwendekarên wergirtî di navbera 10 û 20î de be. Ew xwendekarên ku li Çînê li beşa Kurdî tên wergirtin, dê 3 salên yekem bi zaravayê Soranî bixwînin. Ew dê sala çarem jî bi Kurmancî bixwînin.”
Saman Ebdullah da zanîn ku ev yek ji bo wê ye ku derçû li ser zarava û şaxên cuda yên zimanê Kurdî bibin xwedî zanyariyên temam.
Beşa zimanê çînî li Iraq û Herêma Kurdistanê
Li Îraq û Herêma Kurdistanê tenê li Zanîngeha Selaheddînê beşa zimanê Çînî heye. Saman Ebdullah anî zimên ku li zanîngeha wan li beşa Çînî 100 xwendekar hene. Îsal dê xula sêyem a beşa Çînî xwendina xwe temam bike.