Piştî ku di 15ê Tîrmahê de hewldana derbekirinê pêk hat hejmara xebatkarên zanîngehan ku ji kar tên dûrxistin, çiqas diçe zêdetir dibin.
Di çarçoveya lêpirsînên derbarê hewldana derbekirinê de heta niha ji 23 zanîngehan herî kêm 583 jê xebatkarên akademiyê bi temamî 773 kes ji kar hatin dûrxistin. YOKê jî 4 rektoran ji ji kar dûrxistin.
Li Zanîngeha Yuzuncuyilê 10 akademisyenên ku danezana Akademîsyenên Aştîxwaz îmzekiribûn jî ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Abant Izzet Baysalê 30 akademîsyen û 4 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Adnan Menderesê 19 akademîsyen û 11 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Zanîngeha Afyon Kocatepeyê rektoriyê daxuyand ku 8 jê profesor 40 akademîsyen û 11 jî karmend bi temamî 56 kes ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Ataturkê 10 akademîsyen hatin binçavkirin û piştre ew ji kar jî hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Bayburtê 3 akademîsyen û 2 jî karmend bi temamî 5 kes ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Bulent Ecevitê 20 akademîsyen, 11 jî karmendên zanîngehê bi temamî 31 kes ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Celal Bayarê 84 akademîsyen û 18 jî karmend ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Çanakkale 18 Martê 6 akademîsyen ku Rektorê Zanîngehê yê berê Sedat Laçiner jî tê de ye, ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Dokuz Eylulê 2 akademîsyen û karmendeke ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Duzceyê ji hêla roktoriyê ve hat daxuyandin ku 16 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Erciyesê 16 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Hakkariyê 12 karmend ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Igdirê 10 akademîsyen û karmendeke bi temamî 11 kes ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Stenbolê piştî hewldana derbekirinê 95 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Karabukê 20 akademîsyen û 6 karmend ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Nevşehir Haci Bektaş Veliyê 2 akademîsyen û 3 karmend ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Nigdeyê 124 jê rêvebir bi temamî 181 xebatkar ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Pamukkaleyê 43 akademîsyen û karmend ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Recep Tayyip Erdoganê 9 jê akademîsyen 2 jî karmend bi temamî 11 kes ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Sakaryayê rektoriyê daxuyand ku 45 akademîsyen ji kar hatine dûrxistin.
Li Zanîngeha Siirtê 13 akademisyen û 2 karmend ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Uşakê 9 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin.
Li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbekirinê de 7 akademîsyen ji kar hatibûn derxistin. Lêbelê piştre derket holê ku 10 akademîsyenên ku danezana Akademîsyenên Aştîxwez îmze kiribûn jî ji kar hatin derxistin.
(SG/BK/YO)