Zanîngeha Marmarayê derbarê 25 xwendekarên kuştina Ayşenur Halîl li Eyûbsultana Stenbolê û Îkbal Uzunerê li Fatîhê, protesto kirin de lêpirsîn da destpêkirin. Semîh Çelîk herdu jin kuştibû.
Li gor nûçeya Ekmek ve Gulê xwendekaraê pola dawî ya Fakulteya Hiqûqê Alperen Kargioglu diyar kir ku ji bo balê bikşînin ser kuştinên jinan çalakî hatiye lidarxistin.
Kargioglu got, "Em tenê ji bo protestokirina kuştinên jinan û ji bo ku em ji kesên ku Peymana Stenbolê pêk naynin re gotinekê bibêjin, li wir kom bûn. Bi rastî ez xemgîn im ku zanîngeha min di vê rewşê de ye, ez hêvî dikim ku di zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe berdin."
Kargioglû ku bang li Rektoratiyê jî kir wiha got:
"Ger bi awayekî alîgir an jî li gorî talîmatekê tevbigerin, divê demildest dev ji vê helwestê berdin. Yê ku zanîngehê birûmet û ciwan dike em xwendekar bi xwe nin."
(EMK/AY)