Fotograf: Dilek Şen / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Piştevaniya Ji Bo Bogazîçiyê li ber Deriyê Başûrî li hev kom bûn û diwxazin du hevalên wan ên hatine girtin azad bibin. Du xwendekar ji ber pêşangeheke protestoyî ya li dijî biryara tayînkirina kayûmî, hatibûn girtin.
Polîsan li ber Deriyê Başûrî du xwendekar desteser kirin. .
Polîsên ku destûrê nadin xwendekar komî ser hev bibin, li ber deriyê zanîngehê barîkat danîne. Her weha li Hisarustuyê, taxa zanîngeh lê ye tedbîrên ewlehiyê yên berfireh wergirtine. Li ber devê her kolanê polîs bicih bûne û çûn û hatina van kolanan qedexe kirine. Li gorî zanyariyan li Etîlerê gelek kes hatine desteserkirin. Polîs destûrê nadin ku xwendekar ji Zanîngeha Bogaziçiyê derkevin û xwendekar ji Etîlerê werin Zanîngehê.
Di vê naberê de Serpîl Kemalbay, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê jî ji bo piştgiriyê bide xwendekaran hat kampûsê. Kemalbayê got ku 35-40 xwendekarên dixwestin ji bo piştgiriyê werin kampusê, polîsan ew desteser kirin.
Parlamenterên HDPyê Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, Huda Kaya, Dilşad Canbaz Kaya û Omer Farûk Gergerlîoglûyê ku ji bo piştgiriyê bidin xwendekaran hatin zanîngehê. Parlamenteran xwestin li ber desteserkirina polîsan derkevin, di navbera wan û polîsan de xirecirek çêbû.
Piştî xwendekaran bangewaziya çalakiyê kiribûn, Walîtiya Stenbolê vê sibehê daxuyaniyek weşandibû. Walîtiyê biryara di 5ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê de ji bo bergiriyên covid-19ê standibûn bibîr xistiye û gotiye ku her cure civîn, xwenîşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, forûm, civînên ji derveyî avahiyan, mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê heta mehekê hatine qedexekirin.
Xwendekar saet di 16.50 deqîqeyî de hatin Deriyê Başûrî û polîsan li vir ji wan re got ku “çalakiya ew dixwazin bikin, qaymeqamtiyê qedexe kiriye û belav bibin. Heke hûn belav nebin wê hêzên emniyetê midaxele li we bikin.”
Xwendekaran wî xwest ku hevalên wan ên hatine girtin azad bibin. Xwendekar hîna jî li ber Deriyê Başûrî ne.
Li Îzmîrê jî xwendekar desteser kirine
Li Alsancaka Îzmîrê xwendekaran xwestine ku bi meşekê piştgiriyê bidin çalakiya protestoyî ya xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê. Polîsan zêdetirî 20 xwendekar desteser kirine.
Çi bûbû?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu, berendamê hilbijartinê yê AKPyê ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, 4ê Kanûna Paşiyê li ber avahiya zanîngehê çalakiyeke protestoyî ya girseyî pêk hatibû.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê di dema merasîma wezîfegirtinê ya Melih Buluyî de pişta xwe dabûn avahiya rektoriyê û biryara tayînkirinê protesto kiribûn. Xwendekaran jî sloganên "em rektöre kayûm naxwazin" berz kiribûn û dawxaz ji Buluyî kiribûn ku dest ji wezîfeyê berde. Polîs deriyên zanîngehê bi kelemçeyan girtibûn û nehiştibûn xwendekar bikevin hundir.
(DŞ/FD)