Fotograf: Hesabê Twitterê yê Berxwedana Bogaziçiyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê yên ku bi mehan e li dijî tayînkirina rektorê kayûm çalakiyên xwe berdewam dikin, duh (5ê Çiriya Pêşiyê), ji bo perwerde rû bi rû destpê bike çalakiyek li dar xistine. 4 xwendekarên ku beşdarî çalakiyê bûne, piştî çalakiyê bi saetan hatine desteserkirin.
Xwendekarên din piştî ku bihîstine hevalên wan hatine desteserkirin, li nava kampusê meşeke protestoyî li dar xistine û ji bo hevalên wan serbest bimînin li ber deriyê Kampusa Başûrî dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
Piştî çalakiyê polîsan midaxele li xwendekaran kiriye û li nav û li derveyî kampusê 7 xwendekarên din desteser kirine.
Akademîsyen Feyzî Erçînê ku dersdana wî ya li Zanîngeha Bogaziçiyê qedexe bûye, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye ku 3 ji 11 xwendekaran, anîne Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê û ew li bendî xwendekarên din in.
Berxwedana Bogaziçiyê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kiriye ku piştî Serokomar Erdoganî xwendekar hedef nîşan daye, polîsan zanîngeh dorpêç kirine û desteserkirin destpê kirine.
Piştevaniya ji bo Bogaziçiyê jî li ser hesabê xwe wiha nivîsandiye: “Daxuyaniyên Erdogan û Bahçeliyî sedema van desteserkirinan e! Tayyîp Erdogan destê xwe ji zanîngehan bikişîne.”
Serokomorî çi gotibû?
Serokomar Erdoganî duh di dema merasîma vekirinê ya sala nû ya akademîk ya perwerdeya bilind de xwendekarên zanîngeha Bogaziçiyê yên rektorê kayûm protesto dikin, kiribû hedef û ji wan re gotibû “terorîst”. (KÖ/FD)